BI RENG Û RÛYÊ!
BI RENG Û RÛYÊ.
Nebe hevalê bêbext ê ser kêşin
Meyla bi wan re her wekî êş û jane
Hevaltîya neyarê jîr û b'dad başin.
Ji nizm bûna ser kêşan pir çêtir bizane
Bi reng û rûyê zimanê xweş nexapin
Pirê kar û barê wan tevhev ziyane
Bi kal û pîran, mezinan re rabe rûnin
Rûniştina bi wan re baxê cinane
Ger kulîlkên çiyan tî û bê avbin
Ji bo mirovên hêja xweş zozane
Bes û bese heye wê de ava jînin
Were ji kanî yê tu kesek pê nizane
Ya Rebb kurdê cur bi cur li kurdistanin
Tu wan bi parêze heta axir zemane
S Mêrdînî 02.01.2020
Yorumlar
Yorum Gönder