EVÎNÊ CELADIN

EVÎN Ê CELADIN

Li biyanîyê dipirsim,
çiqas zor û zehmete.
Bê niştîman ditirsim,
wek ecêb û sosrete.

Dil û cerg bi xeterin,
nabe car car lê çare.
Li evîna xwe digerin,
wek cazîba cercere.

Kurdî hiştine li welat,
ew zarê xweyî kûbar.
Gava ku b'kar neynin,
wekî li min didin dar.

Kurdê meyî pênûs şûr,
jibo kurdî bûne çavkor.
Ew eşq û evî ê celadin,
kurdî bi wan tehl û şor.

Navê wî jî rewşen bîre,
kurtan li piştê kerê pîr.
Ziman asîmle û biyanî,
bo wî wek şerbet û şîr.

Şerm û eybek giran e,
dema rastîyê nabînin,
Tu bipirsî wek bilbilin,
bi zarê xwe naxwînin.

S Mêrdînî 11/01/2022

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL