DELAL


DELAL

Delal dema minte naskir

Dilêmin de te evîn sazkir

Gul û nêrgiz tevde bînda

Te min ji xema xelas kir 


Delal xweş şêrîn û yare

Ji xwere kirim evîndare 

Herder bomin bû bihare 

Xweşe bi min cî û ware


Delal li geşt û seyrane

Em bikin şahî û dîlane

Dinava gowend û şane 

Ez û delal, li hev bane


Delal soz û bi bir yara

Em dûr kevin ji neyara

Ji xayîn û zalim û jara

Herin warê dost û yara


S Mêrdînî 16.05.21

Wêne; S mêrdînî

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL