DAYÊ



DAYÊ.


Dayê çiya pir bilind e,

tev bi xwînê bûye sor.

Xwînê daye serê çiyan, 

teht û lat jê bûye sor.


Dayê dil bi ar û bizote, 

xwîn û elem hawir dor.

Bimbe ji jor têne xwar,

berf ji xwînê bûye sor.


Dayê çi dojeh û ç'pête

xwîn û agir der û dor

Weke çiya yê ararate

gelîyê zîlan jê bibû sor


Car dêrsim û mihabat

piştre helebçe hate dor

Ew sê darên li paytext

amed ji xwînê bibû sor 


Dayê bi kîmya û şewat, 

hêlek kujer û xwîna sor.

Dayik bi qêrîn û heware, 

ji qîr û girî çav kirin kor.


Dayê kuç û kevir digirî,

tîgris û firat bûye sor.

Hin kuştî û hin birîndar, 

bi kom em xistine gor.


Ya xweda yê dilovan,

dibînî tewşa me li jor.

Ev komkujîya roboskî, 

li me gelekî bûye zor.


S Mêrdînî 26.12.2019

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL