MIN DIL DA BÛ



MIN DIL DABÛ.


Min dil dabû zerîyek,

gava ez xort bûm seyda.

Çerxa felek çep gerî,

hişê min çû bûm şeyda.


Temen çû ez bûme kal,

min por û rîh kire sipî.

Min ne divêt milk û mal,

bê hêzim ji dest û pî


Payîz hate bû bihar,

ciwanî ji min çûye dûr.

Pîrî li min bû mêvan,

birînê min bûye kûr.


Min dil tije xem û kul,

pîrî û kal tî naye bîr.

Guhê min bûne giran,

xwîya ye ku bûme pîr.


Dûr nabînim çav tarî,

ev bo min lawaz û jar.

Çogê min bi êş û jan,

nikar bimeş wekî par.


Li xeyalan rawestîm,

biyanî bûye jehra min.

Î ro bo min wargehe,

hawil bûye para min.


Heye ku ev bextê min,

gel wê dijîm ji neçar.

Girane barê pişta min,

ez bûme dîlê bê çar.


S Mêrdînî 01.01.2022

Li rêça Mêrsînê ....

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL