ŞENGALE !
ŞENGALE !
Gul gula min şengale
Warê zerdeştê kale
Çi warekî pir xweşe
Bome kurda ew male
Wargeha min êzîdxane
Wê gelek şehîd dane
Dinya alem tev zane
Şengalre tine dermane
Bibin yek û bi hêz bin
Ne kîn û bi şewat bin
Em timî bi hev re bin
Bi civîn û tev ger bin
Şengalê em qet nedin
Ji destê xwe bernedin
Ber siva hovan bidin
Çerxê li dijmin badin
Şengal bi xwe dayike
Hem xaltîk û metike
Kurdo şengal bîr neke
Seyda xwe bi gorî dike
S Mêrdînî 05.08.2019
Yorumlar
Yorum Gönder