Dilber
DÎLBER.
Dîlber dûr ketina
ji te,
ez har û dîn
kirim.
Eşq û evîna te,
dil bi
ar û bizot kirim.
Ez ji bona te,
ava kanîya,
bi jîn im.
Dîlber tu carekê,
min bike,
mêvanê xwe.
Ezê te bi
ronahî kim,
ji bo çavên xwe.
An jî ezê te,
bi gerden kim,
li ser laşê xwe.
Dîlber ger tu
bixwazî
ezê sîng û beran
ji tere bikim,
paşîv û porên
herîrî,
yên bi kezî,
li der dor ê,
dorbend kim.
Bi deng û sewt
û awaz kim.
Stranan,
di guhê te de,
bi deng kim.
dîlber
bi deng kim.
Seyda Mêrdînî
13.01.2022
Yorumlar
Yorum Gönder