LI HALÊ XWE BI PIRSIN
LI HALÊ XWE BI PIRSIN
Ger ku em li halê xwe bi pirsin
Em ê zû bibin xwedanê kursî
Dema ku em tev hev bi tirsin
Nabin xwedî meqam û kursî
Ger em kurd li xwe ne pirsin
Kes nizane tu kîye an çi kesî
Ger em ji hov û neyar bi tirsin
Qet em nabin xwedî taç û kursî
Bi hevre bi gerin li diroka xwe
Dest bidin hev ji bo gelê xwe
Ber hev bikin çîrok ji bo xwe
Wan çîroka bi xwînin bi dersî
Seyda Mêrdînî 26/01/20
Yorumlar
Yorum Gönder