GELEK ŞÊRÎNE NAVÊ TE!



GELEK

          ŞÊRÎNE

                    NAVÊ TE!

Çiya û zozan, deştê te

Tev zevî û mêrgên te

Diçêrim wek berxê te

Gelek şêrîne navê te


Li daristan û çolê te

Ser kat, lat û zinarên te

Dilîzim wek xezalê te

Gelek şêrîne navê te


Rex çem û robarê te

L' ser birk û kanîyên te

Ez berê dar û dehlê te

Gelek şêrîne navê te


Dinav werz û baxê te 

Şitl û lem û katên te

Sincim lidor baxçê te

Gelek şêrîne navê te


Diger im li çiyayên te 

Li xayîn û dijminên te 

Ez nêçîr dikim ji bo te

Gelek şêrîne navê te


Ser birc û kelhayê te

Di kozk û çeperên te 

Nobet digirim ji bo te

Gelek şêrîne navê te


Dor gund û bajarê te

Şoreş gerim di rêya te

Ez can gorî me ji bo te

Gelek şêrîne navê te


S mêrdînî, 11,06,2020

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL