BIRAYÊ MIN



BIRAYÊ MİN ....


Biratî bi zanista, baş û dilpak.

Rinde ji bo me kurdan birayê min.


Ne gewherî ne mircanî  hêja ye. 

Wek biratî ya kurdane birayê min.


Bibext reşî neyarê gelê kurdî.

Tu ji xelkê re bûye gorî birayê min.


Vekin çavan li dora xwe binêre.

Hemû millî bûne dewlet birayê min.


Ji bo tu jî ji xwe re çêkî hêlînek.

Xelaskî xwe j'bin destan birayê min.


Heta kengê bin destî û koletî.

Dimînî tim li dûr netew birayê min.


Bi hêz û huner û çand û xebatê.

Dibî şêrê herî poz bilind birayê min.


S Mêrdînî 03.01.2019

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL