FELEKÊ YEMAN.



FELEKÊ YEMAN.


Ax û wax li min hey felekê yeman

Gelê kurd şerpeze bêbextê zeman

Derfet neda me sed sal bû heman

Dema mecalê wekî kewin eman


Felek xapînok her dem li dîrok

Bala xwe nade bi nîşav û bigok

Wek kurda tune li gerdûn çîrok

Derbek da netew li cerg û dilok


Meferê didin dijminê xwîn xwar

Wan xayîn û sîxor l'me kir neyar

Bê esl û feslin wekî gurên har

Ji ber ewê ye me qêrîn û hewar


Seyda Mêdînî 15.01.2022

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL