KA NİŞTÎMAN


KA NIŞTÎMAN.


Gundê min xweşe li alî çîyê da

Berfa spî wa xuyaye di hefê da

Dengê avê xweş tê ji teht û zinara

Xûşe xûşa nav kûlîlk û gula da


Ka gundê min

Ka niştîman ka warê min

Kanî deşt û çîya û zozan

Yên pişt û hêz didan min


Dûr ketime ji xaka bav û kalê xwe

Ji seyran û li ber çem û robarên xwe

Dar mazî bûm l'nav ax û zevîyên xwe

Mişextî bûm dûr ketim ji hêvîyên xwe


Ka gundê min 

Ka niştîman ka warê min

Kanî deşt û çîya û zozan,

Yên pişt û hêz didan min


Ka awaz û dengê li nava  çîya.

Ka taştîya li bin darê berû devîya

Ka ew rojên em çûn karê çolê  

Çiqas zore gava bibîra me têya


Ka gundê min

Ka niştîman ka warê min

Kanî deşt û çîya û zozan

Yên pişt û hêz didan min. 


Seyda Mêrdînî 17.01.2022

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL