BAVÊ HOZAN.
H Bavê Hozan
Bavê hozan ez benî,
zimanê me têk birin.
Bê hiş li gel neyaran,
hevalên hirç û gurin.
Ligel kesên rind û baş,
neyên xapînoka cehş.
Xort û ciwanên kurda,
daxdan bi koz û bimaş.
Dûrin ew ji heqîqetê,
xwe firotin gel neyar.
Ji çand û ziman kirin,
ronî li me kir tarûmar.
Keçên kurda revandin,
li sûk û qadan firotin.
Ew tirk û ereb û ecem,
bêhiş û nezan li piştin.
Dest bidin destê hevdu,
nedin dû wan sîxora.
Hemberî hov û dijmin,
bibin wek xwîşk û bira.
Ger ziman çû em jî çûn,
bi kêrnayê em bidin dû.
Winda dibe çanda me,
bibin xwedî em lê zû.
S Mêrdînî 17.12.2021
Yorumlar
Yorum Gönder