Kayıtlar

Mayıs, 2022 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

DÎLBERA MIN

Resim
DÎLBERA MIN. Dîlbera min wusa neke  Derd û kulê min veneke  Tu yê pirr li min bigerî Kes wek min jite hiznake Şox û şeng û rinda minî Li nav baxên gula minî Ger li vê dinê ez mirim Vir de şûnda tê bi mînî Dîlber ez û tu gel heva Bin sîberkê li rex heva Ez bi mirim te nebînim  Mê şînbin li kêleka heva  S.Mêrdînî, 26.07.2020

AX LI MİN

Resim
AX LI MİN Ax li min    Wax li min     Pirr giran e       Bar ê min Ka welatê min   Ka bajarê min     Ka gundê min       Ka warê min Ka rindê min   Ka findê min     Par ve kirin e       Welat ê min Ka dostê min   Ka hevalê min     Birine ji xwe re       Gotin nutqê min Dîlbera min   Di dest dijmin     Ez çawa bikim       Sedem pîsê min Neyar ê min   Dijminê min     Derd û kul be       Mala pîsê min Cî û warê min   Stendin ji min     Ji xwe re birin       Milk û malê min Me talan kirin   Me wêran kirin     Me koçber kirin       Ji hev dûr kirin  Li şûn warê min   Qe tine halê min     Xebat nagir in       Van milê min Ka nirxên me   Ka rûmetên me     Dijmin nab in       Bira yên me Evîn darên me   Bav û kalên me     Şer pez e nin       Hemû gelê me Seyda mêrdînî 23//03//2020,

ÇAR BIRA

Resim
ÇAR BIRA!  Çar bira tim digirîn, min pirsî gelo çira Kal û pîrê me kuştin, cîhan lime bû xira Dayika me jî kuştin,  gel bav û xuşk û bira Gotin li we fermane, em tev nizanin çira Ya Reb were rehmetê, em bêkes û bêxwedî Zulm û zora li ser me, li dinyê ti benda nedî Bê derfet û bê çarin  kes li me nabe xwedî Serê yara min jêkirin  vê sosreta kes nedî S Mêrdînî 14.04.2022

WERIN GELHEV

Resim
WERİN GELHEV.!  Hatî dem sala bihar ê  germahî ya roj û tav ê  Me keştî berdaye av ê  ez û yara xwe li nav ê Keştî ya ji darê benavê  çav beleka bejin ziravê Ez kuştim ez helandim  bi nêrîna awirên çav ê Yara min bi berg û xêze  bûye rengê kesk û zer e Rojên  pîroz  bûye nêz e li nav cewher hate der e Kar xezala bi çargavkî sîng  ve  bûye di firî ya Dil gîhaştî ye ber dîber hawir dorê wê gerî ya Min  gote  dilo ez benî li vir ez  mame bi tenê Gote mi were geldîlber  kêfxweş û şah bi kenê Ez yara xwe hezdikim min ew xistî nava dilî Di dilê minde şîn bûye daye  kat  û şax û gûlî Werin gelhev bibin hêz bi nexş û xet û bi xêzê Dest bidin hev bibin rêz em dîlber bikin himêzê S Mêrdînî 28.04.2022

REWŞ XIRABE/

Resim
REWŞ XIRABE. Seydayê bi rêz me rewş xirabe Xayîn bûne pirr çare lê nabe Bin xet û ser xet kirin kebabe Me ji ber ewê ye kêşan ezabe Felek ji bo kurda xayîn û xira Bextê wan reşe nizan im çira Bi navê kurdan komên sîxora Li çar hawir me her wekî gura Gurgebozê tirk wan hovên xidar Li rewşa çepgîr noker anîn xwar Tov ajot û çand bin xet kir hesar Bin axê hêşîn hat qaruş û pirpar Dê rojek were em ê serkevin Ji binê vî barî emê der kevin Gel dadmendê em hemî tevin Dijberî zordar dij tarî ya şevin Gur, berx û mî gel hev biçêrin Baz û kevok jî gel hev bifirin Zarokên kurdan ê dî nemirin Wek kesên azad ewê bigerin S Mêrdînî 09.04.2022

ALA RENGÎN!

Resim
ALA RENGÎN!  Ala rengîn deng daye Sor û zera reng daye  Şîn û keska ceng daye Dil geş kirî beng daye Dilê dijmina teng daye Deng daye li nav êlan L' derya Wanê bi pêlan Bi awazên ji çar têlan Şewq daye li çar hêlan Dilê dijmina saw daye Bi pîroz û ala sê rengî Pêlan davêj bi çelengî Li ser ewê bûme bengî Şêrînek bi nav û dengî Dilê dijmina jan daye Hez kirina vê ala hanê Bal dikişîne vê cîhanê Li ser qonax û eywanê Wekî ewê bedew kanê Dilê dijmina sinc daye S Mêrdînî 30.04.2022

HEZAR LEHNET

Resim
HEZAR LEHNET..!? Ger bi kurdî xeber dî têne te wekî guran Dîlber xistin çi rewşê tev kavil û tev wêran Belê biratîya me eve  her wekî berx û guran Bûne das em jî dehlin ew dibirin gûlyê daran Ne wujdan û ne îman  talan kir milk û malî Bo me qet tune xebat  çi hat serê me li talî Ser û çavê me şikand rext û tiving li her alî Hezar lehnet li webe  hûn bûne wek decalî S Mêrdînî 01.05.2022

DERDÊ DINYAYÊ

Resim
DERDÊ DINYAYÊ. Derdê dinyayê kul û kederin Dil bi şewatin evîn li berin Seyda û dîlber li hev digerin Ger dil da dilî ew venagerin Bi eşq û evîn ew diçin pêda Carna diwestin di nîvê rêda Betilîm nabe di rêya eşqêda Xebatek pîroze tê herî têda Dîlberek rinde bi xeml û xêze Çav bi kila jêhat zana û rêze Dewkela bi kêr meşkê himêze Fîstan li bejne li ber ba dilêze S Mêrdînî 06.05.2022

WESYETA MIN

Resim
WESYETA MİN Ger rojekê ez mirim laşê min bibin welat Ala rengîn bavên ser ew rûmet û ew felat Wesyeta min jî eve  li ser gora mi lêkin Bi keskesor û zera nexşan têda çêkin Min bidin axa pîroz bi axê min daye soz Bêjin sirûda ey reqîb herwekî î'da newroz Bi zimanên dayikê  li ser min binivsîne Bi tirk û firs û erebî bo min b'kar neyîne Telqîn dua ji bo min bi zimanê min bêjin Bi zarê hov û dijmina ser min agir nerêjin Bi zarê dayika min  lava ji Xwedê bikin Dibe ku bibe qebûl  ber bi wî ve rê bikin Alê deyne ser sîngê  kefen hawir dorêkin L' ser çav û li ser dil  cihên Ala min çêkin Ez j'wê pir hezdikim Ala min sê rengîn e Ez aşiq ê wê bûme  gel eşqa memû zîne Ditirsim biçim gorê  ji hisreta ala rengîn  Ez ji wê qe têrnabim  gula bedew û şêrîn Mizgînî yê bidin min kengî azad bû welat Werin li ser gora min bêjin dîlber bû felat Kêfxweş yê bidin min bi çend gulê gulistan Li ser gora min deynin wa azad bû Kurdistan S Mêrdînî 01.05.2022

GAZIN A ZIMAN!

Resim
GAZIN A ZIMAN Li eywana b'rûmet bûm  Li bajara bê qîmet bûm We min ji nav xwe rakir Xan û eywan tev xirakir Ji dîwan ê ez bê parim Ji ber wê ye ez hejarim J'xwendinê ez dûr kirim Loma stûxwar hîn jarim Welatê min wêran kirin Talan kirin giran barim We biyanî li min kir şûr Ji min gelekî bûne dûr We li minda kêr û xincer Ne bi ceng û ne jî bi şer Birîna min pir kevnare Ji destê sîxor û gemare Çiqas diçe ew dibe kûr We qet kirî ez kirim hûr Şev û rojan ez dihelim Dilê xwe de ez dikenim We bê derb, ez kuştime Ez bê xwedî we hiştime Bûme wek kesên hejare Mixabin sed hezar care Nevî yên Xanî û Teyranî Gotin, peyvên we biyanî S Mêrdînî 04.10.2021

ŞÎN BÛYE

Resim
ŞÎN BÛYE.! Dîlber ji te hez dikim,              min te xistîye vî dilî Li dilê min şîn bûye,             we daye terh û gûlî Li dilê kurdperweran,             kesên zanyar û milî Wekî baxên gulîstan,             bi gul an dil xemilî Werin gelhev bibin hêz,             bi nexş û nîgar û bi xêz Dest bidin hev bibin rêz,             em dîlberê bikin himêz Kesên lê wujdan hebe,             divêt gel warê xwe be Bi wê eşq û bi evînê,             dildarê Kurdistan be Ji zarê xwe hez bikin,             çi qas tehm û şêrîn e Jê şêrîn tir yek heye,             ew jî warê bi xemgîne. S Mêrdînî 04.05.2022

(1) ROJBÛNA TE PÎROZBE.

Resim
(1) ROJBÛNA TE PÎROZBE. Rojbûna te pîrozbe serokê b'rêz Di jiyanek xweş tev gul û nêrgêz Şadî û bextewar we bike hemêz Êş û elem dûr we neyêwe ji nêz. Temen dirêjbe tu bibî sed sal Gel netewa xwe bibin pîr û kal Dê rojek bigîhê, welatê bi xir xal Gel der û cîran gel dost û heval. Rizqekî paqij, bi bext û spî be Mal û milk pir wek ava kanî be Pêşe roja we her geş û ronî be Dilgeş û xweşî wekî ê dinyê be. Hûn serfiraz û serkeftî gel miletê Wek rûs û çînê e bigîhên qewetê Her wekî îngîlîz bigîhên serwetê Qewmê te bibe xwedîyê dewletê. Netewek mezin xudîyê dewlet Dewlet jî bi suxre ji bona milet Li Kurdistanê ew bibe qewet Ser erd û bin erd xudîyê serwet. Ez hêvî dikim ji Yezdan ê jor e Ev lava qebûl be bikeve dor e  Li ser gel rake vê zulm û zor e Bi zulma zalim nekevin tor e. S Mêrdînî 16/08/2018 (2) AZADÎ JI BO WE! Azadî ji bo we Rêberê bi rêz Doza Dîlberê we kir ye himêz Ber çavê dinê daniye ser mêz Jiber ewêye bi hurmetî ji mêj. Dê rojek were em ê ser kevin Ji binê vî barî em ê de

GER JI DIL Û CAN!

Resim
GER JI DIL Û CAN Ger ji dil û can xalî nebî Deriyê eşq û vînê venebî Tu bi hezkirin kurdî nebî Çibikim bivê devkaniyê Dixtor fuad zanî nebî Wek Cizîrî û Xanî nebî Derya çem û kanî nebî Çibikim bivê zanistîyê Wekî Serok Qazî nebî Di dest şûrê tazî nebî Bi cangorîyê razî nebî Çibikim bivê mêrxasiyê Ger malbatû eşîr nebî Wekî Riza Seyîd nebî Kalê Şêxê Se'îd nebî Çibikim bivê şêxîtiyê General Barzanî nebî Şêr û egît şerzanî nebî Wekî arîn mîrkanî nebî Çibikim bivê şerzanîyê Ji cibrî Xalid beg nebî Ji hênê Salih beg nebî Nivîsyar fehmî beg nebî Çibikim bivê begîtiyê Ji Batêyî Hesenî nebî Eliyê herîrî geylanî nebî Wekî feqîyê teyranî nebî Çibikim bivê tesewûfê S Mêrdîn 18.04.2022

HÎKMETA XWEDA.

Resim
HÎKMETA XWEDA. Ba bi heybet diçe rêda  Pêl û tevger heye têda Jîndar hene di navêda Ecêbe hîkmeta Xweda Bi xwezayê tê ji ezmanî Dîsa bi heybet diçe banî Dem li ewran bi mêvanî Tête xwar berf û baranî Belav dibe li hemî ciya  Bi vî rengî gul û giya  Bi rehmetê dibe xuya Dar û ber li serê çiya Erka bayê ez çûme bal Bo pirs û rewş û ehwal Bêbersîv ma bayê delal Xeber neda bi zarê hal Min got bayo diçî kuda Ji çûna te deng û seda  Balkêş l'min bûye peyda Bayo bêje nebe xeyda Ger te divê zan û ehwal Li tesewûf xalên zelal Li gel îlmê divêt heval Têrê nake zimanê hal Ez nezan û der bi derim Bê dewlet û xwelî serim Dada Xweda min ji beri  Li hîkmetan ez digerim S Mêrdînî 20.04.2022