(1) ROJBÛNA TE PÎROZBE.


(1) ROJBÛNA TE PÎROZBE.

Rojbûna te pîrozbe serokê b'rêz
Di jiyanek xweş tev gul û nêrgêz
Şadî û bextewar we bike hemêz
Êş û elem dûr we neyêwe ji nêz.

Temen dirêjbe tu bibî sed sal
Gel netewa xwe bibin pîr û kal
Dê rojek bigîhê, welatê bi xir xal
Gel der û cîran gel dost û heval.

Rizqekî paqij, bi bext û spî be
Mal û milk pir wek ava kanî be
Pêşe roja we her geş û ronî be
Dilgeş û xweşî wekî ê dinyê be.

Hûn serfiraz û serkeftî gel miletê
Wek rûs û çînê e bigîhên qewetê
Her wekî îngîlîz bigîhên serwetê
Qewmê te bibe xwedîyê dewletê.

Netewek mezin xudîyê dewlet
Dewlet jî bi suxre ji bona milet
Li Kurdistanê ew bibe qewet
Ser erd û bin erd xudîyê serwet.

Ez hêvî dikim ji Yezdan ê jor e
Ev lava qebûl be bikeve dor e 
Li ser gel rake vê zulm û zor e
Bi zulma zalim nekevin tor e.

S Mêrdînî 16/08/2018

(2) AZADÎ JI BO WE!

Azadî ji bo we Rêberê bi rêz
Doza Dîlberê we kir ye himêz
Ber çavê dinê daniye ser mêz
Jiber ewêye bi hurmetî ji mêj.

Dê rojek were em ê ser kevin
Ji binê vî barî em ê der kevin
Li gel rastî yê em hemî tevin
Dijberê zordar dij tarîya şevin.

Wek hev dibînin mafê rihberan
Nabe li dinê van ceng û şeran
Me divêt rastî bê tin her deran
Li tevê dinyê li hemû deveran.

Ji çîn û hindîstan heta Efrîqan
Me divê tim bê dengê çivikan
Dilgeş û xweşî li gund û sûkan
Dil germa wekî zava û bûkan.

Gur û berx û mî gelhev biçêrin
Baz û kevok jî gel hev bifirin
Zarokên kurdan êdî ne mirin
Wek xelkê azad ew jî bigerin.

S Mêrdînî 05.04.2019

(3) SEROKÊ BI RÊZ.!?

Serokê bi rêz em di gel te ne
Bi rûh û bi can em amade ne
L' bendî emir û fermana te ne
Dildarê millet, welatê xwe ne.

Rêberê hêja te kişand zehmet
Ji bona dîlber bi hêz û qewet
Ew kar û xebat ji bona dewlet
Herwekî gelan kurd bibe millet.

Em li bênderêne rohnî ya çava
Dewleta serbixwe dê bibe ava
Welat bibe bûk kurd bibe zava
Pişt wî goristan ser ser û çava.

Temenê mi bi gîhê şêstî û heftê
Li çiyan bi karim ez hetanî heştê
Ta not û sedan bimînim li deştê
Dewlet ava be razêm li ser piştê.

Seyda Mêrdînî 07.05.2020

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL