GAZIN A ZIMAN!
GAZIN A ZIMAN
Li eywana b'rûmet bûm
Li bajara bê qîmet bûm
We min ji nav xwe rakir
Xan û eywan tev xirakir
Ji dîwan ê ez bê parim
Ji ber wê ye ez hejarim
J'xwendinê ez dûr kirim
Loma stûxwar hîn jarim
Welatê min wêran kirin
Talan kirin giran barim
We biyanî li min kir şûr
Ji min gelekî bûne dûr
We li minda kêr û xincer
Ne bi ceng û ne jî bi şer
Birîna min pir kevnare
Ji destê sîxor û gemare
Çiqas diçe ew dibe kûr
We qet kirî ez kirim hûr
Şev û rojan ez dihelim
Dilê xwe de ez dikenim
We bê derb, ez kuştime
Ez bê xwedî we hiştime
Bûme wek kesên hejare
Mixabin sed hezar care
Nevî yên Xanî û Teyranî
Gotin, peyvên we biyanî
S Mêrdînî 04.10.2021
Yorumlar
Yorum Gönder