AX LI MİN
AX LI MİN
Ax li min
Wax li min
Pirr giran e
Bar ê min
Ka welatê min
Ka bajarê min
Ka gundê min
Ka warê min
Ka rindê min
Ka findê min
Par ve kirin e
Welat ê min
Ka dostê min
Ka hevalê min
Birine ji xwe re
Gotin nutqê min
Dîlbera min
Di dest dijmin
Ez çawa bikim
Sedem pîsê min
Neyar ê min
Dijminê min
Derd û kul be
Mala pîsê min
Cî û warê min
Stendin ji min
Ji xwe re birin
Milk û malê min
Me talan kirin
Me wêran kirin
Me koçber kirin
Ji hev dûr kirin
Li şûn warê min
Qe tine halê min
Xebat nagir in
Van milê min
Ka nirxên me
Ka rûmetên me
Dijmin nab in
Bira yên me
Evîn darên me
Bav û kalên me
Şer pez e nin
Hemû gelê me
Seyda mêrdînî
23//03//2020,
Yorumlar
Yorum Gönder