ÇAR BIRA




ÇAR BIRA! 


Çar bira tim digirîn,

min pirsî gelo çira

Kal û pîrê me kuştin,

cîhan lime bû xira


Dayika me jî kuştin, 

gel bav û xuşk û bira

Gotin li we fermane,

em tev nizanin çira


Ya Reb were rehmetê,

em bêkes û bêxwedî

Zulm û zora li ser me,

li dinyê ti benda nedî


Bê derfet û bê çarin 

kes li me nabe xwedî

Serê yara min jêkirin 

vê sosreta kes nedî


S Mêrdînî 14.04.2022

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL