HÎKMETA XWEDA.
HÎKMETA XWEDA.
Ba bi heybet diçe rêda
Pêl û tevger heye têda
Jîndar hene di navêda
Ecêbe hîkmeta Xweda
Bi xwezayê tê ji ezmanî
Dîsa bi heybet diçe banî
Dem li ewran bi mêvanî
Tête xwar berf û baranî
Belav dibe li hemî ciya
Bi vî rengî gul û giya
Bi rehmetê dibe xuya
Dar û ber li serê çiya
Erka bayê ez çûme bal
Bo pirs û rewş û ehwal
Bêbersîv ma bayê delal
Xeber neda bi zarê hal
Min got bayo diçî kuda
Ji çûna te deng û seda
Balkêş l'min bûye peyda
Bayo bêje nebe xeyda
Ger te divê zan û ehwal
Li tesewûf xalên zelal
Li gel îlmê divêt heval
Têrê nake zimanê hal
Ez nezan û der bi derim
Bê dewlet û xwelî serim
Dada Xweda min ji beri
Li hîkmetan ez digerim
S Mêrdînî 20.04.2022
Yorumlar
Yorum Gönder