DERDÊ DINYAYÊ
DERDÊ DINYAYÊ.
Derdê dinyayê kul û kederin
Dil bi şewatin evîn li berin
Seyda û dîlber li hev digerin
Ger dil da dilî ew venagerin
Bi eşq û evîn ew diçin pêda
Carna diwestin di nîvê rêda
Betilîm nabe di rêya eşqêda
Xebatek pîroze tê herî têda
Dîlberek rinde bi xeml û xêze
Çav bi kila jêhat zana û rêze
Dewkela bi kêr meşkê himêze
Fîstan li bejne li ber ba dilêze
S Mêrdînî 06.05.2022
Yorumlar
Yorum Gönder