REWŞ XIRABE/
REWŞ XIRABE.
Seydayê bi rêz me rewş xirabe
Xayîn bûne pirr çare lê nabe
Bin xet û ser xet kirin kebabe
Me ji ber ewê ye kêşan ezabe
Felek ji bo kurda xayîn û xira
Bextê wan reşe nizan im çira
Bi navê kurdan komên sîxora
Li çar hawir me her wekî gura
Gurgebozê tirk wan hovên xidar
Li rewşa çepgîr noker anîn xwar
Tov ajot û çand bin xet kir hesar
Bin axê hêşîn hat qaruş û pirpar
Dê rojek were em ê serkevin
Ji binê vî barî emê der kevin
Gel dadmendê em hemî tevin
Dijberî zordar dij tarî ya şevin
Gur, berx û mî gel hev biçêrin
Baz û kevok jî gel hev bifirin
Zarokên kurdan ê dî nemirin
Wek kesên azad ewê bigerin
S Mêrdînî 09.04.2022
Yorumlar
Yorum Gönder