ALA RENGÎN!



ALA RENGÎN! 


Ala rengîn deng daye

Sor û zera reng daye 

Şîn û keska ceng daye

Dil geş kirî beng daye

Dilê dijmina teng daye


Deng daye li nav êlan

L' derya Wanê bi pêlan

Bi awazên ji çar têlan

Şewq daye li çar hêlan

Dilê dijmina saw daye


Bi pîroz û ala sê rengî

Pêlan davêj bi çelengî

Li ser ewê bûme bengî

Şêrînek bi nav û dengî

Dilê dijmina jan daye


Hez kirina vê ala hanê

Bal dikişîne vê cîhanê

Li ser qonax û eywanê

Wekî ewê bedew kanê

Dilê dijmina sinc daye


S Mêrdînî 30.04.2022

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL