HEZAR LEHNET
HEZAR LEHNET..!?
Ger bi kurdî xeber dî
têne te wekî guran
Dîlber xistin çi rewşê
tev kavil û tev wêran
Belê biratîya me eve
her wekî berx û guran
Bûne das em jî dehlin
ew dibirin gûlyê daran
Ne wujdan û ne îman
talan kir milk û malî
Bo me qet tune xebat
çi hat serê me li talî
Ser û çavê me şikand
rext û tiving li her alî
Hezar lehnet li webe
hûn bûne wek decalî
S Mêrdînî 01.05.2022
Yorumlar
Yorum Gönder