ŞÎN BÛYE
ŞÎN BÛYE.!
Dîlber ji te hez dikim,
min te xistîye vî dilî
Li dilê min şîn bûye,
we daye terh û gûlî
Li dilê kurdperweran,
kesên zanyar û milî
Wekî baxên gulîstan,
bi gul an dil xemilî
Werin gelhev bibin hêz,
bi nexş û nîgar û bi xêz
Dest bidin hev bibin rêz,
em dîlberê bikin himêz
Kesên lê wujdan hebe,
divêt gel warê xwe be
Bi wê eşq û bi evînê,
dildarê Kurdistan be
Ji zarê xwe hez bikin,
çi qas tehm û şêrîn e
Jê şêrîn tir yek heye,
ew jî warê bi xemgîne.
S Mêrdînî 04.05.2022
Yorumlar
Yorum Gönder