WESYETA MIN
WESYETA MİN
Ger rojekê ez mirim
laşê min bibin welat
Ala rengîn bavên ser
ew rûmet û ew felat
Wesyeta min jî eve
li ser gora mi lêkin
Bi keskesor û zera
nexşan têda çêkin
Min bidin axa pîroz
bi axê min daye soz
Bêjin sirûda ey reqîb
herwekî î'da newroz
Bi zimanên dayikê
li ser min binivsîne
Bi tirk û firs û erebî
bo min b'kar neyîne
Telqîn dua ji bo min
bi zimanê min bêjin
Bi zarê hov û dijmina
ser min agir nerêjin
Bi zarê dayika min
lava ji Xwedê bikin
Dibe ku bibe qebûl
ber bi wî ve rê bikin
Alê deyne ser sîngê
kefen hawir dorêkin
L' ser çav û li ser dil
cihên Ala min çêkin
Ez j'wê pir hezdikim
Ala min sê rengîn e
Ez aşiq ê wê bûme
gel eşqa memû zîne
Ditirsim biçim gorê
ji hisreta ala rengîn
Ez ji wê qe têrnabim
gula bedew û şêrîn
Mizgînî yê bidin min
kengî azad bû welat
Werin li ser gora min
bêjin dîlber bû felat
Kêfxweş yê bidin min
bi çend gulê gulistan
Li ser gora min deynin
wa azad bû Kurdistan
S Mêrdînî 01.05.2022
Yorumlar
Yorum Gönder