GER JI DIL Û CAN!
GER JI DIL Û CAN
Ger ji dil û can xalî nebî
Deriyê eşq û vînê venebî
Tu bi hezkirin kurdî nebî
Çibikim bivê devkaniyê
Dixtor fuad zanî nebî
Wek Cizîrî û Xanî nebî
Derya çem û kanî nebî
Çibikim bivê zanistîyê
Wekî Serok Qazî nebî
Di dest şûrê tazî nebî
Bi cangorîyê razî nebî
Çibikim bivê mêrxasiyê
Ger malbatû eşîr nebî
Wekî Riza Seyîd nebî
Kalê Şêxê Se'îd nebî
Çibikim bivê şêxîtiyê
General Barzanî nebî
Şêr û egît şerzanî nebî
Wekî arîn mîrkanî nebî
Çibikim bivê şerzanîyê
Ji cibrî Xalid beg nebî
Ji hênê Salih beg nebî
Nivîsyar fehmî beg nebî
Çibikim bivê begîtiyê
Ji Batêyî Hesenî nebî
Eliyê herîrî geylanî nebî
Wekî feqîyê teyranî nebî
Çibikim bivê tesewûfê
S Mêrdîn 18.04.2022
Yorumlar
Yorum Gönder