WERIN GELHEV
WERİN GELHEV.!
Hatî dem sala bihar ê
germahî ya roj û tav ê
Me keştî berdaye av ê
ez û yara xwe li nav ê
Keştî ya ji darê benavê
çav beleka bejin ziravê
Ez kuştim ez helandim
bi nêrîna awirên çav ê
Yara min bi berg û xêze
bûye rengê kesk û zer e
Rojên pîroz bûye nêz e
li nav cewher hate der e
Kar xezala bi çargavkî
sîng ve bûye di firî ya
Dil gîhaştî ye ber dîber
hawir dorê wê gerî ya
Min gote dilo ez benî
li vir ez mame bi tenê
Gote mi were geldîlber
kêfxweş û şah bi kenê
Ez yara xwe hezdikim
min ew xistî nava dilî
Di dilê minde şîn bûye
daye kat û şax û gûlî
Werin gelhev bibin hêz
bi nexş û xet û bi xêzê
Dest bidin hev bibin rêz
em dîlber bikin himêzê
S Mêrdînî 28.04.2022
Yorumlar
Yorum Gönder