Kayıtlar

Şubat, 2022 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

KEÇIKA GUNDÎ

Resim
♡KEÇIKA KURDÎYE♡ Tu dîlberek herî bihaye Şêrîn û pir xweş hêjaye Keske sora li ser çiyaye Rohniya her du çavaye Dilê mi ji xwe re hildaye Pirsîm jê bersiv nedaye Awirek bi gul min daye  Xwestim jê, nav nedaye Gotin ew keçika kurdiye Gelkî bedew û lewendîye Bê sewda û bê xwedîye Kolanê kavil mi ew dîye Dema ku min ew ditîye Dilê min pir pê şewitîye Cerg û hinavê'm peritîye Pir ez pê bûme bendîye Nazik û şêrîn û bedewe Dike qebqeba mê kewe Herimand xeyal û xewe Birînê dilê mi dike kewe Eşq û evîna te  dilber ê Ar û pêt da bin ceger ê Dil berikê bê  mehder ê Hişê min her tim li serê Hişmendî ser nazenînê Ger nedemi carek tenê Maçek ji bin lêv û çenê Jîn û jiyan valaye l'dinê S mêrdînî 27,02,2021

DÎLBER

DÎLBER .... Eşq û evîna, dîlber diêşe, bi êş û jane, êşek wisa ye. Ev êş derdekî dile, ku kes nabîne, kes nabihîze. Her şev û roj, rondikên dil, di hinavê min de, dişewite êdî nagirî, girî tune dîlber .... Di kêliyên ku, kela girîyê min tê ji bo ku ez negirîm, diqîrim, hewar dikim, li berxwe didim, lê rondikên min, nasekinîn dîlber .... Dilê min bê gotin, ba û bahozên wiha diqelibin ew qas xwîn û elem, diherike dilê min, ez ditirsim, ez ditirsim dîlber .... Seyda Mêrdînî           12.02.2022

GUNDO GUNDO

Resim
GUNDO GUNDO! Ax li mino gundê mino Cîhê bi çûkanîya mino Tu qe naçî ji bîra mino Gundo gundo                   gundê mino Kûra jorî gundê mine Ew hesreta dilê mine Warê bav û kalê mine Gundo gundo                   gundê mino Çiyayê gund bi rez û tirî Kes li wan qet nahewirî Tev hişk bûne wekî mirî Gundo gundo                   gundê mino Cîhê bi simaq û behîva Bihayê wan bizêr û zîva Kes naçinin dibin pîva Gundo gundo                   gundê mino Pirin hejîr,pexêx û zebeş Mişmiş û xox û tirîye reş Nîsk û genim,kuncîyê reş Gundo gundo                    gundê mino Bi cûrên tirî, tims û mehûj Bê xwedî bûn darên gevûj Bax û baxçe, bîstan û werz Gundo gundo                    gundê mino Gundê me hawir bi dare Bi newal û gelî û cobare Bi sarinc û bîrên kevnare Gundo gundo                   gundê mino  Bîrka jêrî ya kûra xwarê Bênvedan bin sîya darê Tu binêre li xeyalên berê Gundo gundo                   gundê mino  Avek sare wek ava kûze Ewqas şêrîn demkê bûze Kerîyê pez reşa dike toze Gun

BIBÎ NERM

Resim
BIBÎ NERM! Ger tu bibî nerm,                tuyê bibî xwedî, baxçê û werzên,                der û dor bi sinc! Bibînî şûna gula,                ku lê hêşîn dibit, di ax û lat û erda,                hawir dor bi sinc! Bi çavên zende,                tê binêrî wa ku, çiqas av nizmik,                wê biçe rê da! Ger gava şûna,                ku av gihêştê, jîn kêf û seyran,                dê xweşî tê da! Ew kesên qûrre,                poz bilind be ew tucar nabe,                ji tu bin gehan! Kesên pesinda,                di şûna xwe da, her wekî gurên,                li ser laşan! Seyda mêBIBÎ NERM! Ger tu bibî nerm,                tuyê bibî xwedî, baxçê û werzên,                der û dor bi sinc! Bibînî şûna gula,                ku lê hêşîn dibit, di ax û lat û erda,                hawir dor bi sinc! Bi çavên zende,                tê binêrî wa ku, çiqas av nizmik,                wê biçe rê da! Ger gava şûna,                ku av gihêştê, jîn kêf û seyran,                dê xweşî tê d

AX DÎLBER

AX DÎLBER. Şev û roj te çend caran ji min hez kir? Te çend caran bi neynikê li wêneyê min nerî? di xeyalên xwe de. Te çend caran li dengê min guhdarî kir? Ma tu, tucarî bi şev di xew de, şiyar bûyî? di rondikê çavên min de xeniqî? Dîlber !... Min şev û roj, gelek caran ji te hez kir. Min gelek caran maç kir û maç kir, wêneyên te, min danî ser sînga xwe. Min bi xeyalên xwe car caran li dengê te guhdarî kir. Min gelek şev derbas kir, ku ez xewnên te himbêz dikim. Min te her tim di nava xeyalên xwe de veşartî dîlber! S M 04.12.2021

DÎLBER

Dîlber .... Îro ji bo te girî yê min nayê veşartin, bi ser rûyê min de,  hêsir bi lez têne xwarê wekî çiyakî ji êş û elema bi ser birîna min dihelin, ê dî ez rojê sed carî zindî dimirim, hingî ez bêrî ya te dikim. Dîlber .... Di bin pergala ebrû yên çavên te, min destan nivîsandin, hevok û gotinên min bi rondikê çavê min, diherikîn li ser birînên min, êş û jan dide laşê min dîlber êş û jan dide laşê min...! Seyda Mêrdînî 05.12.2019

KURDİSTAN

Resim
___/KURDISTAN\___ Kurdistana bejin dirêj  Rabe ser xwe tu bibêj  Bang kurdê kerr û gêj  Hişyar bik j xewa qirêj  Hişyar be, bike xebat  Şermke j'dengê welat Gaz û qîra wî di hat  Ji êvar hetanî  nimêj Kurdistana bejin kinik  Xwedî yê xirxala li nik  Bang wan kurdê sivik Ji birînan xwîn dirêj  Xwîn d'laşê min nema Zer bûme wekî şima  Sewt,dengê min nema Neyara kuşt im bi tîrêj  Kurdistan maye b'nêvî Keç û xortê me bi hêvî Wek nêçîrvanên b'kovî Xwîna dijmina tu birêj  Kurdo hişê xwe navêj  Ji keç û xorta re bibêj  Herin nik seyda bibêj Doz li me maye dirêj  S mêrdînî 19/10/2016

DÎLBER

DÎLBER! Şewqa tîrêja çavên te mêr kuje. Ger ku tîrêja çavên te, min dîsa bikuje, ê de ka bisekine, ez ji te re bêjim. Gelo ma mirî çend, caran li gerdûnê dimirin. Ger ku tê bêjî, ez dikarim mirîyan ji goran bi ramûsanekî, jîyan bikim an jî bi awirekî bin ax bikim. Ez ê wê kêlik û gavê, bêjim min bikuje, û min bikuje dîlber.  Dema ji ramûsanên te, têr bibim ma çi ji mirina ji destê te xweştir heye. Mirovên bi awirên, çavên te bê kuştin, bi ramusanên te, bê jîyandin ew mirov, bextewar û dilşad dibe. Gerdûn û bihuşt, her du bi dest xistî ye, gelo ma çi ji wê mirinê, û ji wê jîyanê xweştir û rindtir heye dîlber.! S Mêrdînî 10.01.2022

EZ DAYIKI IM.!

EZ DAYIK IM.! Ez çûme welat cîhê lê ji dayik bûme! Kurdîstana şêrîn min li hawir dor xwe nerî tiştên ecêb û xerib dîtim  Gelê me yên anatolîya yê hatine gund dengê biyanî, ji kolanê gund tê!  Ez ra bûm ji mala yabo min xwe li wî dengî girt! Ez çi bibînim zarokên anatolî û yên gundîyan bi hev re dilîzin, û bi zarokê gundîyan bi tirkî diaxivin.  Ez matmayî mam, min temaşe kir, ez pir bi xemgîn û bi raman bûm. Min pişta xwe da wan ez ji wir, çûm û dûr ket im. Min ji xwe re pirsî û got im kurdî ji me xeyîdî ye gelo sedema vê xeydê çîye? Dayika min xeyîdîye kurdistana delal xeyîdîye min got; dayê çima? Bersiva min da got; kurê min kurdên bakûr ez firotim. Bes tenê kal û pîr, min bi kar tînin, navê kurdî li vir tune ye ez pirr, acizim û melûlim bi kul û keserim. Ez di ber mirinê de me ez mame bê bav û bira wan ez firotim bi zimanê biyanî û tirkî anîne kurdistanê kurê min tirkî zimanekî biyanîye.  Pişta min qûz û stûyê min xwar kirine, ez nizanim çima? Ez dayik im kurê min ger ez bi mir im Ku

DÎLBER

DÎLBER. Dîlber bi vê êş û jana te, ez gelekî diêşim, ji te bêhtir. Bi hebûna çîya, deşt û zozanên te, ez gelekî ji te, kêf xweş tirim. Wek barana hûr hûr dibare rondik ji çavên min, ji bo te ez dimirim. Dîlber ger guneh be, jî bo na min hez ji bo te kirim. Ez li hemberî, çavên dijmina, ji gunehan mestirim. Ez sar û seqema teyî serhed û araratê, di dilê xwe de bi cîh kirim. Di bihara li çiyayê kurmênc û mazî li ber bayê kurrim. Lê ku ez seh dikim, tu bi kêf û eşqî, ez wê dem û kêlîkê, wek bi evîna, dil revînim. Ez sond dixwim bi Xwedayê dilovan ji kêf xweşîya te ez difirim. Dibim wekî teyrekî baz dinêrim, li her çar parçên kurdistanê dibim bi eşq û vîn. Bi kêf xweşîya evîna te ya xistîye dilê min ez bi jor de derim û derim. Dîlber dema ku tu ne bî ezê jîn û jîyan, jin û zarok, mal û milka çibikim. Kêlîka ku tu di kêf û şahî û xweşîyê, de bî û tu hebî min ne xemê ez bimirim dîlber, min ne xeme. Seyda Mêrdînî 14/01/2021