DÎLBER
Dîlber ....
Îro ji bo te
girî yê min
nayê veşartin,
bi ser rûyê min de,
hêsir bi lez
têne xwarê
wekî çiyakî
ji êş û elema
bi ser birîna min
dihelin,
ê dî ez rojê
sed carî
zindî dimirim,
hingî ez bêrî ya
te dikim.
Dîlber ....
Di bin pergala
ebrû yên
çavên te,
min destan
nivîsandin,
hevok û gotinên
min bi rondikê
çavê min,
diherikîn li ser
birînên min,
êş û jan dide
laşê min dîlber
êş û jan dide
laşê min...!
Seyda Mêrdînî
05.12.2019
Yorumlar
Yorum Gönder