DÎLBER
DÎLBER.
Dîlber bi vê êş û jana te,
ez gelekî diêşim,
ji te bêhtir.
Bi hebûna çîya,
deşt û zozanên te,
ez gelekî ji te,
kêf xweş tirim.
Wek barana
hûr hûr dibare
rondik ji çavên min,
ji bo te ez dimirim.
Dîlber ger guneh be,
jî bo na min
hez ji bo te kirim.
Ez li hemberî,
çavên dijmina,
ji gunehan mestirim.
Ez sar û seqema teyî
serhed û araratê,
di dilê xwe de
bi cîh kirim.
Di bihara li çiyayê
kurmênc û mazî
li ber bayê kurrim.
Lê ku ez seh dikim,
tu bi kêf û eşqî,
ez wê dem û kêlîkê,
wek bi evîna,
dil revînim.
Ez sond dixwim
bi Xwedayê dilovan
ji kêf xweşîya te
ez difirim.
Dibim wekî teyrekî
baz dinêrim,
li her çar parçên
kurdistanê dibim
bi eşq û vîn.
Bi kêf xweşîya
evîna te ya xistîye
dilê min ez bi jor de
derim û derim.
Dîlber dema ku tu
ne bî ezê jîn û jîyan,
jin û zarok,
mal û milka çibikim.
Kêlîka ku tu di
kêf û şahî û xweşîyê,
de bî û tu hebî
min ne xemê ez
bimirim dîlber,
min ne xeme.
Seyda Mêrdînî
14/01/2021
Yorumlar
Yorum Gönder