EZ DAYIKI IM.!
EZ DAYIK IM.!
Ez çûme welat
cîhê lê ji
dayik bûme!
Kurdîstana şêrîn
min li hawir dor
xwe nerî tiştên
ecêb û xerib dîtim
Gelê me yên
anatolîya yê hatine
gund dengê biyanî,
ji kolanê gund tê!
Ez ra bûm ji mala
yabo min xwe
li wî dengî girt!
Ez çi bibînim
zarokên anatolî
û yên gundîyan
bi hev re dilîzin,
û bi zarokê gundîyan
bi tirkî diaxivin.
Ez matmayî mam,
min temaşe kir,
ez pir bi xemgîn
û bi raman bûm.
Min pişta xwe da
wan ez ji wir,
çûm û dûr ket im.
Min ji xwe re
pirsî û got im kurdî
ji me xeyîdî ye gelo
sedema vê xeydê
çîye? Dayika min
xeyîdîye
kurdistana delal
xeyîdîye min got;
dayê çima?
Bersiva min da got;
kurê min kurdên
bakûr ez firotim.
Bes tenê kal û pîr,
min bi kar tînin,
navê kurdî li vir
tune ye ez pirr,
acizim û melûlim
bi kul û keserim.
Ez di ber mirinê
de me ez mame bê
bav û bira wan
ez firotim bi zimanê
biyanî û tirkî anîne
kurdistanê kurê min
tirkî zimanekî biyanîye.
Pişta min qûz û stûyê
min xwar kirine,
ez nizanim çima?
Ez dayik im kurê min
ger ez bi mir im
Kurdîstan jî dimire
kurê min kurdîstan
jî dimir e.!
S Mêrdînî 13.01.2020
Yorumlar
Yorum Gönder