AX DÎLBER
AX DÎLBER.
Şev û roj
te çend caran
ji min hez kir?
Te çend caran
bi neynikê li
wêneyê min nerî?
di xeyalên xwe de.
Te çend caran
li dengê min
guhdarî kir?
Ma tu, tucarî
bi şev di xew de,
şiyar bûyî?
di rondikê çavên
min de xeniqî?
Dîlber !...
Min şev û roj,
gelek caran
ji te hez kir.
Min gelek caran
maç kir û maç kir,
wêneyên te,
min danî ser
sînga xwe.
Min bi xeyalên xwe
car caran li dengê te
guhdarî kir.
Min gelek şev
derbas
kir, ku ez xewnên te
himbêz dikim.
Min te her tim di
nava xeyalên xwe de
veşartî dîlber!
S M 04.12.2021
Yorumlar
Yorum Gönder