DÎLBER
DÎLBER ....
Eşq û evîna,
dîlber diêşe,
bi êş û jane,
êşek wisa ye.
Ev êş derdekî dile,
ku kes nabîne,
kes nabihîze.
Her şev û roj,
rondikên dil,
di hinavê min de,
dişewite êdî nagirî,
girî tune dîlber ....
Di kêliyên ku,
kela girîyê min tê
ji bo ku ez negirîm,
diqîrim, hewar dikim,
li berxwe didim,
lê rondikên min,
nasekinîn dîlber ....
Dilê min bê gotin,
ba û bahozên wiha
diqelibin ew qas
xwîn û elem,
diherike dilê min,
ez ditirsim, ez
ditirsim dîlber ....
Seyda Mêrdînî
12.02.2022
Yorumlar
Yorum Gönder