KURDİSTAN
___/KURDISTAN\___
Kurdistana bejin dirêj
Rabe ser xwe tu bibêj
Bake kurdê kerr û gêj
Şiyar bin ji xewa qirêj
Şiyar be zû bike xebat
Şerm bik ji halê welat
Qîreqîra pir l'wîr dihat
Ji êvar de heta nimêj
Kurdistana bejin kinik
Xwedî yê xirxala li nik
Gazî wan kurdê sivik
Ji birîna pir xwîn dirêj
Xwîn d'canê min nema
Zer bûme wekî şima
Sewt û dengê me nema
Dijmin kuşt im bi tîrêj
Kurdistan maye bi nêvî
Keç û xort wete bi hêvî
Wek nêçîrvana bi kovî
Xwîna dijmin ji tu birêj
Kurdno hişê xwe navêj
Ji xam û ciwana bibêj
Herin gel seyda bi bêj
Doz li me ma ye dirêj
S Mêrdînî 19/10/2016
Yorumlar
Yorum Gönder