DÎLBER

DÎLBER!


Şewqa tîrêja çavên te

mêr kuje.

Ger ku tîrêja çavên te,

min dîsa bikuje,

ê de ka bisekine,

ez ji te re bêjim.

Gelo ma mirî çend,

caran li gerdûnê dimirin.

Ger ku tê bêjî,

ez dikarim mirîyan

ji goran bi ramûsanekî,

jîyan bikim an jî bi

awirekî bin ax bikim.

Ez ê wê kêlik û gavê,

bêjim min bikuje,

û min bikuje dîlber. 

Dema ji ramûsanên te,

têr bibim ma çi ji

mirina ji destê te

xweştir heye.

Mirovên bi awirên,

çavên te bê kuştin,

bi ramusanên te,

bê jîyandin ew mirov,

bextewar û dilşad dibe.

Gerdûn û bihuşt,

her du bi dest xistî ye,

gelo ma çi ji wê mirinê,

û ji wê jîyanê xweştir

û rindtir heye dîlber.!

S Mêrdînî 10.01.2022

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL