GUNDO GUNDO
GUNDO GUNDO!
Ax li mino gundê mino
Cîhê bi çûkanîya mino
Tu qe naçî ji bîra mino
Gundo gundo
gundê mino
Kûra jorî gundê mine
Ew hesreta dilê mine
Warê bav û kalê mine
Gundo gundo
gundê mino
Çiyayê gund bi rez û tirî
Kes li wan qet nahewirî
Tev hişk bûne wekî mirî
Gundo gundo
gundê mino
Cîhê bi simaq û behîva
Bihayê wan bizêr û zîva
Kes naçinin dibin pîva
Gundo gundo
gundê mino
Pirin hejîr,pexêx û zebeş
Mişmiş û xox û tirîye reş
Nîsk û genim,kuncîyê reş
Gundo gundo
gundê mino
Bi cûrên tirî, tims û mehûj
Bê xwedî bûn darên gevûj
Bax û baxçe, bîstan û werz
Gundo gundo
gundê mino
Gundê me hawir bi dare
Bi newal û gelî û cobare
Bi sarinc û bîrên kevnare
Gundo gundo
gundê mino
Bîrka jêrî ya kûra xwarê
Bênvedan bin sîya darê
Tu binêre li xeyalên berê
Gundo gundo
gundê mino
Avek sare wek ava kûze
Ewqas şêrîn demkê bûze
Kerîyê pez reşa dike toze
Gundo gundo
gundê mino
Erdê gundê me gelekin
Sûde heye erzan nekin
Hiş û dilê xwe lê vekin
Gundo gundo
gundê mino
Bi xezal û berx û mîne
Pezhito bi kerîyê kovîne
Bi mêrg û bi lat û bîne
Gundo gundo
gundê mino
Ta ez saxbim li dinyayê
Kula te dilê min dernayê
Dengê gundiya boçi nayê
Gundo gundo
gundê mino
Porê min hin reş mabû
Li biyanîyê tevde spîbû
Kûrê ji vî dila bi evîn bû
Gundo gundo
gundê mino
Serê siba ji xew radi bûm
Wekî zarokan bi girî bûm
Gêj û şeyda bê mejî bûm
Gundo gundo
gundê mino
Seyda Mêrdînî 24.11.2019
Yorumlar
Yorum Gönder