KEÇIKA GUNDÎ
♡KEÇIKA KURDÎYE♡
Tu dîlberek herî bihaye
Şêrîn û pir xweş hêjaye
Keske sora li ser çiyaye
Rohniya her du çavaye
Dilê mi ji xwe re hildaye
Pirsîm jê bersiv nedaye
Awirek bi gul min daye
Xwestim jê, nav nedaye
Gotin ew keçika kurdiye
Gelkî bedew û lewendîye
Bê sewda û bê xwedîye
Kolanê kavil mi ew dîye
Dema ku min ew ditîye
Dilê min pir pê şewitîye
Cerg û hinavê'm peritîye
Pir ez pê bûme bendîye
Nazik û şêrîn û bedewe
Dike qebqeba mê kewe
Herimand xeyal û xewe
Birînê dilê mi dike kewe
Eşq û evîna te dilber ê
Ar û pêt da bin ceger ê
Dil berikê bê mehder ê
Hişê min her tim li serê
Hişmendî ser nazenînê
Ger nedemi carek tenê
Maçek ji bin lêv û çenê
Jîn û jiyan valaye l'dinê
S mêrdînî 27,02,2021
Yorumlar
Yorum Gönder