Kayıtlar

Temmuz, 2021 tarihine ait yayınlar gösteriliyor

WELATÊ KURDAN

Resim
WELATÊ KURDAN Welatê kurdan Ji êş û derdan Xweşî ne dît in J'dest nemerdan Me pir hebandî Dest me revandî Bi kêrek zehf ko Dil li me dirandî Li best û cobar Bombe ser dibar Lat û taht û zinar Tev bûne wek ar Gûmîn  û  zimîn Ezman û zemîn  Sehnakin tu kes Hewar û qêrîn Şev  bûye  tarî Stêrk hat xwarî  Rêk li me girtin Ewê xwîn xwarî   Gelek birîn dar Dikin  zar e zar Tev dayik û bav Yar  û  evîn dar  Seyda Mêrdînî  28//07//2020

YA XWEDAYÊ JOR Û ZEMÎN

Resim
YA XWEDAYÊ              JOR Û ZEMÎN Ya Xwedayê jor û zemîn  Ew bendê te, te nabînin Kes bi kesîra rast nînin Him sîxor û him xayînin Ey ew kesê mirin bîrkir Bapîrê me kê kefen kir Dinya ji bona axretê ye  L' vê dinyê ma kê çi bir Kê kefen ra berîk çêkir Zêr û dirav bi xwere bir Çava veke zû hişyarbe L' vê dinyê hemû tişt vir  Ey ew kesê çav birçî ye Ku da hatî ku da diçî ye Wê çavên we axê têrke  Zikê we wer tim birçî ye Ey ew kesê winda karî Te çi ji xwere kirîye karî Barê te mafê xelkê ye  Tu tim wilo guneh karî Kesê du rûçik û minafiq  Ew qet nabin mûwafiq Cîh û warê wan dojehe Xwelî li serî hezar carik. S.Mêrdînî, 26.07.2019

HATÎ BIHAR

Resim
HATÎ BIHAR Hatî bihara xweş rengîn  Çiya û deşt tev xemilîn   Ji xew rabûne cot kar Bi xêr û ber hatî bihar Roj derket hatî delava Xewê girtîye ser çava  Bayê pêşî hevdu xwar Bi xêr û ber hatî bihar Sorgul û beybûn û lal Der ket ji çiya û newal Xemilîn tev çol û beyar Bi xêr û ber hatî bihar Qeb qeba kewa li zinar Bilbil di xwînin bi hewar Tilûr jor de hatin xwar Bi xêr û ber hatî bihar Xûş xûşa robar û kanîya  Meh meha  berx û mîya Xwe nû kir kesên hejar  Bi xêr û ber hatî bihar S Mêrdînî 30,03,2017

SER BI ÊŞ BÛM !

Resim
SER BI ÊŞ BÛM .... Ser bi êş bûm lal bûye ziman Canê min helîya dikim eman Hestî bûne wek dar û keleman Ez mame li ber derd û xeman Ez ji ku bînim hekîm û loqman  Kurdno derdê min bikin derman Gelî xayîn û sîxorê qirêj gemar B'neyare pişta me dane dîwar  Ez gazî dikim kurd per weran Yekbin dest bidin hev ez heyran S.Mêrdînî. 25.07.2020.

GOTARÊ JIBO MIRÎ

Resim
 Oxira wê ya xêrê be Bela serê we sax be Da ser rêkê bê veger Emê tevde bi din ser Rêke dûre bê mefer Reva me nine ji ber Berê wê dane gorê Em tev li bendî dorê Gora wê bibe gulşen Têde bijî bi kêf û ken Ya xwedayê dilovan Ez bı gorî û bi heyran Çavê te lêbe qurban Li bihuştê bik mêvan Dilê wê pir xweş bike Gunhê wê sivik bıke Ev dinya han fenaye Ji tu kesire nemaye Hemi derd û belaye Xwe têde neke paye Ev paye hemî baye Bersev li ba xwedaye Ya xwedayê dılovin Îro em bûne xemgin Em hemparî xemê we Xwedê sebrê bide we Veger li ba xwedaye Dılovanî qencî li baye

ESMERE

Resim
ESMERE Gewr delalek esmare Pir xweşik û wek dure Çavê wê çirûsk dane Wek heyva li çardane Zerîyek xwîn şêrîne Ji der dora mêrdîne Nazenîn û naz dare Lewendê bi guhare Guharên wê zêrîne Lêv qend û hingivîne Dev bûkikên narince Diran ji hebê birince Esmerek pir xweşike Birûng reş çav şîndike Zerî wek wê qe nînin Ger hebin ji mêrdînin Şewq û şemal çira ye Esmera dilê seyda ye Şêrînek wek gezo ye Ji kûrêstana jorî ye S Mêrdînî, 23.07.2020

DAYIKA MIN

Resim
DAYIKA MIN .! Gazî dikim hawir doran  Li gelê kurd û kurdîstan  Dayê bibe b'perû baskan Biçe l'serê dara givîjkan  Lê lê dayê dayika min .!  Tu mîna şalûl û bilbilanî Wek ava robarû kanîyanî Masî û marê binê golanî Tirsa dilê hov û neyaranî Lê lê dayê dayika min .! Gulek gula nava baxanî Rondikên her du çavanî Şewq û şemala malanî Tu barê milê minî giranî Lê lê dayê dayika min .! Barê me ezanim girane Pir girane li ser milane Milê me dibinde helîyane Xile xile morî û kêzane Lê lê dayê dayika min .! Tu rûnê rex kek û birane Guh bide ser ap û xalane Mi nekin benîştê etarane Navêj dev zalim û hovane Lê lê dayê dayika min .! Ez dinerim li der dorane Cive civa mişk û marane Dûr tê dengê çeqelane Derdor tê dengê sîxorane Lê lê dayê dayika min .!  S Mêrdînî 22.07.2020

QESÎDE

Resim
QESÎDE ....  Ya rebb bidî xatirê resûl Tu di'a ya me bikî qebûl Sal borî xelk man melûl Bo wê dikşînin zehmetê Însan şêrîn d'nav alemê Kul û keserda ser xemê Lê kin ji ava zem zemê Ya rebb tu bike rehmetê Ev nexweşî ya ez pê ketim Şev û roj an ez diper pitim Gelek zarok hişt ne yetîm Dê û bav çûn alema firqetê Ên çûn agir xistin dilan Ji muhamedre bûn cîran Jin û zarok zarîn û fîxan Babeş bûye li vê alemetê Ev qorona bi derd û birîn J'wê kes nake şîn û girîn Em bi hisreta sala borîn Ya rebb bide me taqetê Ya xwedê yo vê êşa rakî Di nava derya ya belavkî Feqîr û hejara serfirazkî Ya rebb me bîn hîdayetê 22.07.20. S.Mêrdînî

MEY VEXWAR

Resim
MEY VEXWAR Min ji lêva mey vexwar Sîng mermera şîn bihar Dil şad û ez dil xweşim Li wargeha delal û yar Naz delala nazik û şeng Ew dem xala rû çeleng Li rex yara xwe dildarim Fîstan rengî şox û şeng Yar delala dev li kene Pir bedewe, lêv û çene Ez gelek pir dil şadim Vebûn ev piştik û bene Sermest û bê hiş ketim Nav baxê gula raketim Nizanim ez serxweşim Xwezî jîn wusa be tim Gul û kulîlk bêhn vedane Dil ji eşqa nayê hedane Li derya evînê wer kirim Dil geşe geşt û seyrane Yar geştbû dermanê dila Min dûr kirî ji derd û kula Bi deng û awazên bilbila Çav ji rondik hewbû şila S Mêrdînî 21.07.21

HESTÎ KOJÊ NEYARÎ

Resim
HESTÎ KOJÊ NEYARÎ ! Ji dijmin re yarin Xwe re jehr marin Bê cîh û bê warin Li ser erdek sarin Li pişta neyarin Xwîna me xwarin Wek gurê harin Qilêrokî gemarin J'neyarre dengbêjî J'xwere kerr û gêjî Sîxûro tu çi dibêjî? Zexelîya te ji mêjî Bo neyar şûr kêşe Gelê xwere qelêşe Li dû nanê belêşe Ji celad re qeraşe Dizek û ked xwarî Hestî kojê neyarî Hûn wek tajî bifirî Cîhê we pêt û arî Dil bi bîr û bawere Wê ew roja were Hûnê bibine kere Derê malan bizire 21.07.20. S.Mêrdînî

ÇIYAYÊ MAZÎ

Resim
ÇIYAYÊ MAZÎ. Çiyayê mazî pirr şêrîne Xweş bilinde wekî hîne Bi dar û deviyê mazîne Xox û darên rezê tirîne Tev cobar û tev newalin Lat û zinar li ber palin Bi berojk, nezarê delalin Bihar tev nêrgiz û lalin Çiyayek deşt û zozana Wargehê berî û şivana Derdora şemrex, metîna Wargeh hesîna karwana Şivan li ber kerîyê mî ya Li mexelên pez kovî ya Xweş lê tê bayê pêşî ya Hênkayî bi xwere anî ya Çiyayê mazî dar û bere Cîhek kevnar û hîşyare Wargehek j'mêj kevnare Ji wê bi sebr û hedare S.Mêrdînî 21.07.2020

LO PISMAMO.

Resim
LO PISMAMO.! Pismam wek nêrgiz û gulim Keça apê teyî çav bi kilim Ji bo te hingivê bê şekirim Dev û lêvên te de ez dihelim Keça ap ez ne kêmî te me Bejin wek dara hewrê me Mîna xortek dilê'm ger me Kilê çavê dotmama xwe me Lo pişmano ez gundî me Wek hîva li çardê mehê me Şewq û şemala ronahî me Li nav gund ez wek perî me Lê zerîya ap ez jî gundî me Li biyanîyê ez mişextî me Ev çend sale bendî te me Gorî yê dotmama xwe me Lo pismamo ez spehî me Şimamoka nav werza me Gor temenê te hîn sebî me Ji pismame xwer gorî me Zerîya apê min tu delalî Li ber dilê min kar xezalî Dil û hinav ji bo te dinalî Tu ji minre bibe bermalî Pismam temen çûye jorî Dil li te bû wekî sêla sorî Çavê bavê min bibe korî Min dil nîne bi Rebê jorî 19.07.20. S.Mêrdînî

TU BI MALÎ

Resim
TU BI MALÎ ...! Dema tu bi malî, tu bi mam û xalî. Dema tu bê malî, wek berrû ya talî. Dema tu mal darî, ji xizma re serdarî. Dema tu deyndarî, wek cemeda sarî. Dema dewlemendî, li welat tu deng didî. Dema tu pir zengînî, wek madena zêrînî. Dema jar û feqîrî, tu wek nanê hevîrî. Dema l'şahiya gerî, tu tim zanyar û jîrî. Dema tu kar kerî, her kes dibêje kerî. Dema tu bertîl xwarî, dibî kesek navdarî. Dema bertîl nexwarî, dibêjin ker û dewarî. Dema te rast gotî, tu bê heval û dostî. Dema tu dizekî, tu pir egît û şekî. Dema tu nan darî, xwedî dost û yarî. Dema tu ketî şemitî, tu di agir di şewitî. Dema li te tengasî, kes guh nade kesî. Ev gerdûna wihaye, cîhê derd û kulaye. Seyda Mêrdînî ....  10//02//2022 ...!

MELA ETA YÊ TORÎ

Resim
MELA ETA YÊ TORÎ Ey êşa qorona tu pir xedarî Jibo me hejaran çima neyarî Mij û dûmana te li me barî Seyda mela Eta yê torî Ev nexweşîya hov û harî Seyda bir ez keti me tarî Ji bo te em qêrîn û zarî Seyda mela Eta yê torî Ev nexweşî pir zor e seyda Li çîna zalim bûye peyda Dest qorona em ketin qeyda Seyda mela Eta yê torî Seyda rêka tu çû bê vegere Em man bi derd û kul û kesere Te dil û cerg sot bi sera sere Seyda mela Eta yê torî Qorona ji seyda derxist ferman Ji bo kar neke qet tu derman Ji bona seyda tineye loqman Seyda mela Eta yê torî Seyda pir girane mirina te Nayê ziman tu car derdê te Nîvçe ma lênûsk,pênûsa te Seyda mela Eta yê torî Ji bo te êş ketî ye dilê kurda Te zilma neyar qet hilne dida Tu çû bi nexweşîya kul û derda Seyda mela Eta yê torî Derd û kul pir ketine ser hev Birîn pir kûrin nayin ber hev Xelas nabin bi ji mara dev Seyda mela Eta yê torî 17.04.20. S.Mêrdînî

EFRÎN

Resim
EFRÎN .... Ev efrîna zîv û zêr Gelek têr bû duh û pêr Diz û hov tev ketinê Li me kirin jehra mêr Efrîn êş û birîna dilan Dil bi kul û bi kovan Ev dijminê har û dîn Efrîn tev kirin wêran Efrîna min te heware Kul pirin nayên jimare Êş û jan, xem girane Li ser hev bûn hezare Efrîn ya pîr û kala Jê dûr ketim bi sala Herdem di bîr û bala Jîn bê efrîn çi hala S, M. 18.07.20

LAWIKO DÎNO

Resim
LAWIKO DÎNO Min gulek neqand Dilê xwe de çand Çi zerîyek lewend Hişê min revand Dîno bejn kurtim Ez bilind nabim Wekî zêrê zêrim Qet xirab nabim Min dîtî narîn Rû geş û şêrîn Kenek biweşîn Min tev bixemlîn Ez mazîya şînim Bê berrû nabim Dîno ez ya teme Mixab livê nabim Botan û cizîr e Mala min cizîr e Cîh û warê mîre Emrê min cizîr e Ez tim dixwazim Li kurdistan bim Li cûdî û gebar Li ber kara bim 18.07.20. S.Mêrdînî

TU MÊVANÎ

Resim
LI VÊ DINYAYÊ TU MÊVANÎ Heger pîrî û yan ciwanî Yan zengîn û yan xizanî Ger wezîr û yan sultanî Li vê dinyayê tu mêvanî Dema ecel tê nîne çare Kar û xebat çûye êvare Du heb in, bihuşt û are Yek herduyan bote pare Bîrkerin pir nezanin em Dibînin mirinê her dem Gunehan dikine bê xem Li dinyayê mêvanin em Xwedî jîran li vir kar kir Wan axret j'xwer warkir Bi gazinc û zare zar kir Bi deyndarî ji vir bar kir  Ev dinya xedar û xware Ne wî şerm û ne wî 'are Pir kesan re bûye yare Ji bo me kurda neyare Bi pir kesan daye soze Belê soza xwe kire toze  Kesî qet pê nekir hoze  Feqîr û xizan bûne loze   Ey sîxûr û seyê hestî kotî  Seyda mêrdînî, wera gotî  We çawa gelê xwe firotî  Dil û cergê dayikan sotî  Gerdûn wek sîbera darî  Li vir herkoyî li wir carî  Paqij nabit ewê xwarî  Hucet hovên xwîn xwarî   Dinya pir kes kirin rû reş  Bi tevgerê bûne serxweş  Qet nedîne ronak û geş  Ji wan bir ye fêhm û heş   Heya qebra tarî û kûr  Diçe xewn û xeyalên dûr  Gazî û qîr, hewar û zûr  Li hawirdore

KURD DIKUJÎ

Resim
KURD DIKUJÎ! Hov û dijminên har, dayê em kujer kirin. Helepçe berzan şengal, kuştewar lê çêkirin. Ez dizanim hûn kînin, dil reş û dil tarîne. Ereb û ecem û tûran, We dest û dev bixwîne. Yê kujer û yên mejî, hezar sale kurd dikujî. Xwîna gelê min dirijî, Li cobar û bestan tijî. Amed û geliyê zîlan, jenosîdê dor bi dor. Dersîm munzûr digirî, ji xwîna me bûye sor. Ola îslam qey eve, bê bextî û bê wijdan. Kurd kujî û xwîn rijî, qey eve dîn û îman. Xwedayê min dibînî, vê rewş û vê haletê. Zêç û zarok kujerin, wek roja qiyametê. Enfalê qet nakim jibîr, kujer kirin ciwan û pîr, Rojek were bi tevger, li dijmin bidin dar û tîr. Seyda Mêrdînî 14.07.2019

XWEZÎ DILÊ MIN

Resim
XWEZÎ DILÊ MIN! Xwezî dilê min gulek sorba. Min ji welatê xwe re şandiba. Bi agir û pêtên hez kirinê. Bi sermestî ji xwe re çandiba. Minê b'xwîna laşê xwe avda. Şaxû katû telh xwe jê berda. Felek ji bo min kemîn veda. Xayîn, bê bexta destûr neda. Xwezî dilê min teyrek bazba Min li ser welat geşt kiriba. Kul û kovan wê ji min dûrba. Kal û pîrî bi çûya ezê ciwanba. Minê li deryê maşkîna danîba. Dest û lingê wê felekê şikandba. Ala rengîn ser kelehê xistiba. Darê zorê welat jiwan stendiba. S Mêrdînî 07.07.21.

LO SÎXÛRO!

Resim
LO SÎXÛRO! Lo sîxûro xwelî li sero Neyar mêvan tuyî hero Nebe pêşengê neyaro Tu parsekek li dûv pero Lo xayîno li ser afiro Te xwe kirye qeşmero Ji eslê xwe tuyî kero Ka liber te,ceh li sero Te xwe firot bi erzanî Pênûs nivîsî bi biyanî Tu zimanê xwe nizanî Te bela ji xwere deranî Kuro bes bike hew hew Derew û virr dikî hew Min tim şîret li te dikir Daf û xefik, tu mîna kew S Mêrdînî 09.07.21

DÎLBERÊ

Resim
DÎLBERÊ Dîlberê were li gel min Dinale dil û cergê min Tu umîd û hêvî ya min Him hêz û qûweta min Dîlberê tim li ser banî Ji bo min koşt û xanî Tu gîyana ligel vî canî Bûme kal tu hîn ciwanî Şev û roj li min bû tarî Baran wek xunav barî Dilê min bû bizotek arî Dil ket tayê, tayek sarî Ez bo te mest û harim Tu nebî bê cîh û warim Cîhan ji bo min bû tarî Derd û kovan ez xwarim Dîlber li hespê siwarê Rind, lewenda dildarê Birîna dil hevdu xwar Zerî kew bike vê carê Eşq û evîna te ez xwarî Mirin çêtir jê hezar carî Ji şerma nakim hewar Dîlber tu ji bo min yarî S mêrdînî 11.09.2016

YA REBB BI XÊR BIGERÎN

Resim
YA REBB BI XÊR BIGERÎN Wan rojên reş û tarî, li kurdistana bakûr. Ya Rebb bi xêr bigerîn, kesek nekeve ber şûr. Tirka dinav xwe çêkirin, navên nenas lê kirin. Kurdî zimanek tuneye, dû re welat kavil kirin. Guh giranin kek û bira, dengê defê nayê me. Xulam ji me çêkirin, xera kir pergala me. Tenê me ziman mabû, dixwazin wî windakin, Wekî gurên dev bixwîn, me jî ji hev birr bikin. Dagirkeran çêkirin, Xefnêr, sîxûr ji kurdan. Dev bixwîn û har kirin, li hemberî comerdan. S Mêrdînî 08.07.21

BI XEMLÎNE

Resim
BI XEMLÎNE Çi nazenîn û narîne Rû geş û pir şêrîne Ka kenek bi weşîne Dinyayê bi xemlîne Wa li me bûye bihar Xêr û xêrat tête xwar Hêşîn bûye erd û dar Çiqas şêrin bûye war Her gava ku tê bihar Dixemlin devî û dar Çol û çiya geş dibin Xweş dibe evîna yar Xal xaloka ber çema Şimamoka di lema Te hayî ji xwe nema Ez xistim derdû xema Te çi xwestî min anî Firmêsk limin bû kanî Tev li ber te min danî Dil û hinav tev deranî S Mêrdînî 07.07.21

RINDÊN DELAL

Resim
RINDÊN DELAL ... Rindên delal rast gotî Dil û hinav li min sotî Gul perînin yan horî Li gorî dilê min gotî Sed hezar car selawat Bêjin li ser axa welat Bûne zîrek û zanyar Bi pênûs avakin civat Zerîyê kurdan çelengin Jinxas û şêr li cengin Bi eşq û evîna welatin Dildar ji bo ala rengin Keç û xort dê her hebin Dilsozên gelê xwe bin Bixwînin wê zanyar bin Li dinyayê mînak bin S Mêrdînî 06,07,20

QEDR Û QÎMETÊ XWE BIZAN SEYDA

Resim
QEDR Û QÎMETÊ XWE BIZAN SEYDA Qedr û qîmetê xwe bizan seyda. Li dinyê nebe ê bin sîya seyda. Jibo dad hey xebatê ke mîna xanê. Nizanî bixwîn pirtûkê wî bike peyda. Şev û roj, meh û salan, bixwîn zanist. Dirêwingî de nîv rêda nemîn xewda Kar û xebat ke seyda tu jîn û saxî. Biçêre rind li wî werz û baxê erda. Çiyayê mazî li kurdistan li ser axî Çawa rawestî li biyanîyê bêje wî çaxî Me bihurand emrê xweyî hêja bitewşî Derbas neke tu derfetê hêj ku saxî Jîyana gerdûnê jar û jan û zeqûme Ger ku tu nekî teblîx, kar û xebatî. S Mêrdînî 16.01.20

KOŞKEK AVAKIM

Resim
KOŞKEK AVAKIM Derd û kul pir girane Mebest ji baxê gulane Gulên keske sor û zer Digel dengê bilbilane Ez ê koşkek avakim Li serê girikê kelekê Paytext ji wir xuyaye Li hember kela dîrokê Dibe ku emir dirêjbe Ez bibînim kurdistan Bi kêfa dil ez şabim Digel gundê kûrêstan Wê bask û per çêbibe Bibim wek teyrê bazî Helbestê felat bêjim B'dengê xweş û awazî Ez ê bangkim tilûran Îns û cinên vî welatî Bêjim werin bênderê Mizgîn be felat hatî S Mêrdînî 03.07.20

SEYDA Û GULÊ

Resim
 SEYDA Û GULÊ Silav ey zerîya delal Ka tu çawayî te hal Ramûsanek bide min Tu nizanî ez di çi hal Seyda Mêrdînî Silava te ser çavê min Tu awiran nede min Ramûsan ez nikarim Dê bibihîze bavê min Gulê Maçek bide xêra teye Ma hayêkê, ji kê heye Eşq û evîna min ji dile Tu guh nede xelkê ye Seyda Mêrdînî Sebir bike ez li virim Ya te me ger nemirim Tu were min bixwaze Ez ê xwe bite bigirim Gulê Zeriyê ji te tirsîya bûm B'evîna te xemgîn bûm Wan gotarên teyî xweş Ez gelekî kêf xweş bûm Seyda Mêrdînî Eşa û evîna min girane Ne wek êş û jana laşane Ez kuştim bê dermane Ê eşq ne dîtiye nizane Gulê S,Mêrdînî 28.06.2021

FERMAN PIR ZÛ HAT

Resim
 FERMAN PIR ZÛ HAT. Ferman pir zû hat, li deriyê min xistî Qêrîn û fîxana dil, ji dûr û kûrda hatî Ji xwedayê mezin, erêdanî û pejr avêtî Xwestek û hêvîyamin, ji bo dîtina welatî Canêmin dilê teda, minre ma ew hisretî Destê ferman çû ser, li derîyê min ketî Ka şewat çiye, agir bi dila ketî Ji Resûl mehder, ji yezdan rehmetî Bûyîna civata qenc, ehlê baxên cenetî Ji bo min teselî, ji bo te mizgîntî Ku ew jî bi tera, bivin par û qismetî Tu dilê meda bî, her dem û wextî. S Mêrdînî 29,06,21

SOSINA MIN

Resim
SOSINA MIN Sosin xemla vê cîhanê Çav ji rengê gola wanê Wek xeca serê sîpanê Sosinê ji te hez dikim Sosinê keça medya ye Awir da min û kenya ye Heş û aqilê min firya ye Sosinê ji te hez dikim Sosinamin rind û şêrînê Dûr ketîye tu ji civînê Derman nake vê birînê Sosinê ji te hez dikim Sosin dinya pir mezine Nabe qasî evîna mine Ez kuştîyê teme dînê Sosinê ji te hez dikim Sosin delal pir hêja ye Perî û horî ya erşa ye Kezî li bejnê berda ye Sosinê ji te hez dikim S Mêrdînî 28,06,21