WELATÊ KURDAN
WELATÊ KURDAN
Welatê kurdan
Ji êş û derdan
Xweşî ne dît in
J'dest nemerdan
Me pir hebandî
Dest me revandî
Bi kêrek zehf ko
Dil li me dirandî
Li best û cobar
Bombe ser dibar
Lat û taht û zinar
Tev bûne wek ar
Gûmîn û zimîn
Ezman û zemîn
Sehnakin tu kes
Hewar û qêrîn
Şev bûye tarî
Stêrk hat xwarî
Rêk li me girtin
Ewê xwîn xwarî
Gelek birîn dar
Dikin zar e zar
Tev dayik û bav
Yar û evîn dar
Seyda Mêrdînî
28//07//2020
Yorumlar
Yorum Gönder