GOTARÊ JIBO MIRÎ
Oxira wê ya xêrê be
Bela serê we sax be
Da ser rêkê bê veger
Emê tevde bi din ser
Rêke dûre bê mefer
Reva me nine ji ber
Berê wê dane gorê
Em tev li bendî dorê
Gora wê bibe gulşen
Têde bijî bi kêf û ken
Ya xwedayê dilovan
Ez bı gorî û bi heyran
Çavê te lêbe qurban
Li bihuştê bik mêvan
Dilê wê pir xweş bike
Gunhê wê sivik bıke
Ev dinya han fenaye
Ji tu kesire nemaye
Hemi derd û belaye
Xwe têde neke paye
Ev paye hemî baye
Bersev li ba xwedaye
Ya xwedayê dılovin
Îro em bûne xemgin
Em hemparî xemê we
Xwedê sebrê bide we
Veger li ba xwedaye
Dılovanî qencî li baye
Yorumlar
Yorum Gönder