QESÎDE
QESÎDE ....
Ya rebb bidî xatirê resûl
Tu di'a ya me bikî qebûl
Sal borî xelk man melûl
Bo wê dikşînin zehmetê
Însan şêrîn d'nav alemê
Kul û keserda ser xemê
Lê kin ji ava zem zemê
Ya rebb tu bike rehmetê
Ev nexweşî ya ez pê ketim
Şev û roj an ez diper pitim
Gelek zarok hişt ne yetîm
Dê û bav çûn alema firqetê
Ên çûn agir xistin dilan
Ji muhamedre bûn cîran
Jin û zarok zarîn û fîxan
Babeş bûye li vê alemetê
Ev qorona bi derd û birîn
J'wê kes nake şîn û girîn
Em bi hisreta sala borîn
Ya rebb bide me taqetê
Ya xwedê yo vê êşa rakî
Di nava derya ya belavkî
Feqîr û hejara serfirazkî
Ya rebb me bîn hîdayetê
22.07.20. S.Mêrdînî
Yorumlar
Yorum Gönder