TU MÊVANÎ
LI VÊ DINYAYÊ TU MÊVANÎ
Heger pîrî û yan ciwanî
Yan zengîn û yan xizanî
Ger wezîr û yan sultanî
Li vê dinyayê tu mêvanî
Dema ecel tê nîne çare
Kar û xebat çûye êvare
Du heb in, bihuşt û are
Yek herduyan bote pare
Bîrkerin pir nezanin em
Dibînin mirinê her dem
Gunehan dikine bê xem
Li dinyayê mêvanin em
Xwedî jîran li vir kar kir
Wan axret j'xwer warkir
Bi gazinc û zare zar kir
Bi deyndarî ji vir bar kir
Ev dinya xedar û xware
Ne wî şerm û ne wî 'are
Pir kesan re bûye yare
Ji bo me kurda neyare
Bi pir kesan daye soze
Belê soza xwe kire toze
Kesî qet pê nekir hoze
Feqîr û xizan bûne loze
Ey sîxûr û seyê hestî kotî
Seyda mêrdînî, wera gotî
We çawa gelê xwe firotî
Dil û cergê dayikan sotî
Gerdûn wek sîbera darî
Li vir herkoyî li wir carî
Paqij nabit ewê xwarî
Hucet hovên xwîn xwarî
Dinya pir kes kirin rû reş
Bi tevgerê bûne serxweş
Qet nedîne ronak û geş
Ji wan bir ye fêhm û heş
Heya qebra tarî û kûr
Diçe xewn û xeyalên dûr
Gazî û qîr, hewar û zûr
Li hawirdore mar û mûr
S, Mêrdînî 16,07,2020
Yorumlar
Yorum Gönder