HATÎ BIHAR
HATÎ BIHAR
Hatî bihara xweş rengîn
Çiya û deşt tev xemilîn
Ji xew rabûne cot kar
Bi xêr û ber hatî bihar
Roj derket hatî delava
Xewê girtîye ser çava
Bayê pêşî hevdu xwar
Bi xêr û ber hatî bihar
Sorgul û beybûn û lal
Der ket ji çiya û newal
Xemilîn tev çol û beyar
Bi xêr û ber hatî bihar
Qeb qeba kewa li zinar
Bilbil di xwînin bi hewar
Tilûr jor de hatin xwar
Bi xêr û ber hatî bihar
Xûş xûşa robar û kanîya
Meh meha berx û mîya
Xwe nû kir kesên hejar
Bi xêr û ber hatî bihar
S Mêrdînî 30,03,2017
Yorumlar
Yorum Gönder