YA XWEDAYÊ JOR Û ZEMÎN



YA XWEDAYÊ

             JOR Û ZEMÎN

Ya Xwedayê jor û zemîn 

Ew bendê te, te nabînin

Kes bi kesîra rast nînin

Him sîxor û him xayînin


Ey ew kesê mirin bîrkir

Bapîrê me kê kefen kir

Dinya ji bona axretê ye 

L' vê dinyê ma kê çi bir


Kê kefen ra berîk çêkir

Zêr û dirav bi xwere bir

Çava veke zû hişyarbe

L' vê dinyê hemû tişt vir 


Ey ew kesê çav birçî ye

Ku da hatî ku da diçî ye

Wê çavên we axê têrke 

Zikê we wer tim birçî ye


Ey ew kesê winda karî

Te çi ji xwere kirîye karî

Barê te mafê xelkê ye 

Tu tim wilo guneh karî


Kesê du rûçik û minafiq 

Ew qet nabin mûwafiq

Cîh û warê wan dojehe

Xwelî li serî hezar carik.


S.Mêrdînî, 26.07.2019

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL