TU BI MALÎ

TU BI MALÎ ...!

Dema tu bi malî,
tu bi mam û xalî.

Dema tu bê malî,
wek berrû ya talî.

Dema tu mal darî,
ji xizma re serdarî.

Dema tu deyndarî,
wek cemeda sarî.

Dema dewlemendî,
li welat tu deng didî.

Dema tu pir zengînî,
wek madena zêrînî.

Dema jar û feqîrî,
tu wek nanê hevîrî.

Dema l'şahiya gerî,
tu tim zanyar û jîrî.

Dema tu kar kerî,
her kes dibêje kerî.

Dema tu bertîl xwarî,
dibî kesek navdarî.

Dema bertîl nexwarî,
dibêjin ker û dewarî.

Dema te rast gotî,
tu bê heval û dostî.

Dema tu dizekî,
tu pir egît û şekî.

Dema tu nan darî,
xwedî dost û yarî.

Dema tu ketî şemitî,
tu di agir di şewitî.

Dema li te tengasî,
kes guh nade kesî.

Ev gerdûna wihaye,
cîhê derd û kulaye.

Seyda Mêrdînî .... 
10//02//2022 ...!

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL