DAYIKA MIN


DAYIKA MIN .!

Gazî dikim hawir doran 
Li gelê kurd û kurdîstan 
Dayê bibe b'perû baskan
Biçe l'serê dara givîjkan 
Lê lê dayê dayika min .! 

Tu mîna şalûl û bilbilanî
Wek ava robarû kanîyanî
Masî û marê binê golanî
Tirsa dilê hov û neyaranî
Lê lê dayê dayika min .!

Gulek gula nava baxanî
Rondikên her du çavanî
Şewq û şemala malanî
Tu barê milê minî giranî
Lê lê dayê dayika min .!

Barê me ezanim girane
Pir girane li ser milane
Milê me dibinde helîyane
Xile xile morî û kêzane
Lê lê dayê dayika min .!

Tu rûnê rex kek û birane
Guh bide ser ap û xalane
Mi nekin benîştê etarane
Navêj dev zalim û hovane
Lê lê dayê dayika min .!

Ez dinerim li der dorane
Cive civa mişk û marane
Dûr tê dengê çeqelane
Derdor tê dengê sîxorane
Lê lê dayê dayika min .! 

S Mêrdînî 22.07.2020

Yorumlar

Bu blogdaki popüler yayınlar

ÇEP GERÎYA FELEK

DEMSAL