ÇIYAYÊ MAZÎ
ÇIYAYÊ MAZÎ.
Çiyayê mazî pirr şêrîne
Xweş bilinde wekî hîne
Bi dar û deviyê mazîne
Xox û darên rezê tirîne
Tev cobar û tev newalin
Lat û zinar li ber palin
Bi berojk, nezarê delalin
Bihar tev nêrgiz û lalin
Çiyayek deşt û zozana
Wargehê berî û şivana
Derdora şemrex, metîna
Wargeh hesîna karwana
Şivan li ber kerîyê mî ya
Li mexelên pez kovî ya
Xweş lê tê bayê pêşî ya
Hênkayî bi xwere anî ya
Çiyayê mazî dar û bere
Cîhek kevnar û hîşyare
Wargehek j'mêj kevnare
Ji wê bi sebr û hedare
S.Mêrdînî 21.07.2020
Yorumlar
Yorum Gönder