Kayıtlar

SEMA KÎYE?

SEMA KÎ YE? Sema yûce nav leyla ye Keça agirî deng veda ye Bo me li daw û doza ye Nîşana jîne şa û biha ye Sema kî ye?           Sema vîne Sema kî ye?           Sema evîne Sema zerya aryen meda Wê rihê xwe diber me da Di zindanê li ber xwe da Ew şehîd bû di vê rê da Sema kî ye?           Sema vîne Sema kî ye?           Sema evîne Sema tola hezar salan Şewq û finda dilê koran Şin û girîna pîr û kalan Daxwaza feqîr û hêsîran Sema kî ye?           Sema vîne Sema kî ye?           Sema evîne Sema rabû bi qîr û hawar Gazî kirye dijmin û neyar Bese xuna me we vexwar Ew em hiştin bêdost û yar  Sema kî ye?           Sema vîne Sema kî ye?           Sema evîne Sema tev agir û pêt e Gava deng b'keleşê ket e Deşt û çiya pê dişewt e Dijmin ber wê nalepit e Sema kî ye?         ...

GUNDO! ....

GUNDO! .... Gundo evîndarê te me Heyran û gorî bo te me  Warê kal û bapîrê min Ji mêj ve ez dûrî te me Li vî gundî hatime din ê Ê landikamin hejandin ê Ax û wax û mala min ê Dûr xistin ferîştê mirin ê Cîh û warê wan bihuşte Stêrka li ezmanan geşte Î roj dest nagihêje wan Dil û ceger bûne bizote Rez û behiv b'xêr û ber e Derudor b'zevî yên dar e  Her gelî kanîyên avsar e J'cobaran tim tê xwar e Bêrîvanê bi renga renge Cîhêmazî bêrî û kerenge Wek keriyê pez kovîyan Niha tev mane bê denge Sebramin bê te qet naye Herdem di bîra min deye Bawerim dê dem ê were Ez ê herim gundê xweye Zemîn reş e û lata sor e Yeke gewr û yeke mor e Min bîn kirî dor bi dor e Têr nedi bûm heta gor e Gundê min bi taht û lato Ew bayê xweş tim dihato Ji bir nakim welatê xwe  Dar devîyê mazî û kelato S Mêrdînî 01.12.2019

LI DINYA YÊ TU MÊVAN Î

LI DINYA YÊ              TU MÊVAN Î Ger ti kalbî yan ciwan bî Mîr û beg bî, yan axa bî Yan feqîr bî yan siltan bî Li dinya yê tu mêvan î Mirin tê qet nîne çar e Emel kar û çûye êvar e Du parçe bihuşt û ar e Li dinya yê tu mêvan î Nizanin pir xizanin em Dibînin mirinê her dem Guneha dikine bê xem Li dinya yê tu mêvan î Kesên zana li vir kar kir Ne dinyê ji xwer war kir Bi serbilindî ji vir bar kir Li dinya yê tu mêvan î Dinya zalim û xedar e Ne wî şerm û eybdar e Ji pir kesan re bû yar e Li dinya yê tu mêvan î Gelek kesanre da soz e Belê soza xwe kir toz e Kesî qet pê nekir hoz e Li dinya yê tu mêvanî Dinya wek vê sîya dar e L' vir carî l'wir herikbar e Qe rast nabe timî xwar e Li dinyanyê tu mêvan î Dinya pir kes kirye rûreş Wan kir bê eql û serxweş Ji wan birye fehm û heş Li dinya yê tu mêvan î Heta çûn gora darî û kûr Kirin hewar û qêrîn û zûr Êrîş wan kirye mar û mûr Li dinya yê tu mêvan î Seyda Mêrdînî            14/04...

DÎLBER ÇI ŞÊRÎNE NAVÊ TE.

DÎLBER ÇI ŞÊRÎNE NAVÊ TE Li deşt û zozanên te Li mêrg û çîmenên te Diçêrim wek berxên te Dîlber çi şêrîne navê te. Li nav werz û baxên te Bo şitl û lem û katên te Sincim li dor baxçên te Dîlber çi şêrîne navê te. Li çîya û daristanên te Li lat, taht û zinarên te Dilîzîm wek xezalên te Dîlber çi şêrîne navê te. Li rex çem û roberên te Li ser birk û kanîyên te Cihokim ji dar berên te Dîlber çi şêrîne navê te. Li ser birc û kelhayên te Di kozik û mewzîyên te Ez nîgehdar im ji bo te Dîlber çi şêrîne navê te. Li mal, koşk û xanên te Li şaneşîn û eywanên te Ez kahweger im ji bo te Dîlber çi şêrîne navê te.  Li dor gund û gomên te Li bajar û şaristanên te Ez can gorî yê li rêya te Dîlber çi şêrîne navê te. Ez digerim li çiyayên te Li xayîn û dijmin ên te Ez nêçîr dik im ji bo te Dîlber çi şêrîne navê te. Seyda Mêrdînî                 11/06/2020

KEÇIKA KURDÎYE

KEÇIKA KURDÎYE Tu dîlberek herî bihaye Şêrîn, qeşeng û hêjaye Keskesora li ser çiyaye Rohniya her du çavaye Dilê mi ji xwe re hildaye Pirsîm jê bersiv nedaye Awirek bi gul min daye  Xwestim jê, nav nedaye Pirsyar ew keça kurdiye Pir bedew  û  lewendîye Bê sewda û bê xwedîye Kolanê kavil mi ew dîye Dema ku min ew ditî ye Dilê min bi wê şewitî ye Dil û hinavê min peritîye Ez pir pê bûme bendîye Nazdar û şêrîn, bedewe Dike qebqeba mê kewe Li min herimandî xewe Birînê dilê mi dike kewe Eşq û evîndara dîlber e  Ar û pêt da  bin ceger e Dil hişk kê bê mehder e Hişê min her tim li sere Hiş ma  li ser nazenînê Ger nedemi carek tenê Maçek ji bin lêv û çenê Jîyan  vala ye, li vê dinê S Mêrdînî 27,02,2021

EVÎNA MİN KEÇA KURDAYE

EVÎNA MIN KEÇA KURDAYE. Dîlbera min dildarek biha Çem û kanî li min kir ziwa Ez maç kirim bi lêvê ziwa Evîna min keça kurda ye. Dîlber rind bû mîna perya Lê nêrî bûm wek serserya Bi çola ketim mam ber devya Evîna min keça kurda ye. Min dil daye dîlberek hêja Bên ji sîngê tê wek pelê gûza Hişê min çû bûm wekî gêja Evîna min keça kurda ye. Dîlber hêjaye bi dil û qîmet Ger ew hebî dil dibe heybet Min dil jê re vekir bi minet Evîna min keça kurda ye. Dîlber şêrîn, hingiv û şekir Dil j'min bir rûyê min gezkir Rûyê min êşand j'min hezkir Evîna min keça kurda ye. Dîlber dil û cergê'm pijand Xencer û kêrkir xwîn jê rijand Li dor min û xwe erd hejand Evîna min keça kurda ye. Seyda Mêrdînî 12/09/2022

KURD lM ....

KURD IM .... Kurd im Kurdistanî me Ji her kesî re bi alî me Wek hevî tiştekî xweşe Hin kesanre ez malî me Kurdekî dil bi pet û ar im Ji stembara dost û yar im Li hemberî zordara me Ji wanre wek gurê har im Kurdekî pir şareza me Wek bilbilê nav reza me Ser bilindim li gerdûnê  Zarê bi heft zarava me Kurdekî dil pirr bi êşim Wekî çeqçeqa ber aşim Alî karê miroxên başim  J'kurmê darêre nebaşim Kurdekî gel feqîra me Alî karê derd û kula me  Maf li ku be ez li wê me Xema welat bo min xeme Kurdekî bîr û bawer im Bi kovan û bi keser im Bê dad û zûlum netêda Boxwe nasan liser kar im Ez bendeyê rebbê xwe me Mifta mal û milka li ceme Bibin yek em dest bidin hev Hewcedarê lavayê we me S Mêrdînî 29/06/2020