GUNDO! ....
GUNDO! .... Gundo evîndarê te me Heyran û gorî bo te me Warê kal û bapîrê min Ji mêj ve ez dûrî te me Li vî gundî hatime din ê Ê landikamin hejandin ê Ax û wax û mala min ê Dûr xistin ferîştê mirin ê Cîh û warê wan bihuşte Stêrka li ezmanan geşte Î roj dest nagihêje wan Dil û ceger bûne bizote Rez û behiv b'xêr û ber e Derudor b'zevî yên dar e Her gelî kanîyên avsar e J'cobaran tim tê xwar e Bêrîvanê bi renga renge Cîhêmazî bêrî û kerenge Wek keriyê pez kovîyan Niha tev mane bê denge Sebramin bê te qet naye Herdem di bîra min deye Bawerim dê dem ê were Ez ê herim gundê xweye Zemîn reş e û lata sor e Yeke gewr û yeke mor e Min bîn kirî dor bi dor e Têr nedi bûm heta gor e Gundê min bi taht û lato Ew bayê xweş tim dihato Ji bir nakim welatê xwe Dar devîyê mazî û kelato S Mêrdînî 01.12.2019