LI MALA GEL
LI MALA GEL Zerî ya kurda kujer kirin Çavê dayikan hêsir kirin Dil û ceger bi xwîn kirin Gelê kurd bi xemgîn bû Belê xuşka deniz bi tenê Hay tune ji daf û kemînê Kefen bû ji elem û xwînê Keça kurda bê haydarbû Keça kurd û kurdistane Neyarê hov li te mêvane Li ser sifrê taştê û nane Mêvan kujer te nizanbû Nîvçe mabû nan û taştê Li mala gel sifra mewtê Zeytûn û fringî û çay tê Ê kujer kir ew mêvan bû Didin soz û bi peymanê Tu kes nake girî û şînê Em ji bîr nakin te şêrînê Heta ku welat felat bû Tu raperîn û hevalekbû Gelek hêja û delalek bû Ji bo kurda şepalek bû Di mala xwe tu bijartîbû Bi wijdan û bi bawer bû Welatparêz û perwerbû Pir jinxas û bi ceger bû Ji gelê xwere birastî bû Keça kurda dilşewatbû Can û rihê xwe wê dabû Li xizmeta mala gel bû Bê tirs û saw l'ser karbû Zerî ya kurdan xatir nexwest Li goristan neda me dest Kê te didît ew bûn sermest Te dil li wan guvaştî bû Emê çawa te ji bîr bikin Zarên biçûk ji şîr vekin Pir hewar û qîr qîr dikin Dil û ceger te dirandî b